Banka Navendî ya Tirkiyê faîz daxist

23-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê, îro rêjeya faîzê ji %9 bo %8.5 daxist.

Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê îro 23ê Sibatê rêjeya faîzê careke din jî daxist. Faîz ji %9 bo %8.5 hat daxistin.

Piştî biryara daxistina rêjeya faîzê çavê bazarê li nirxê lîreyê Tirkî ye. Piştî biryarê lîreyê Tirkî nirxê xwe jidest neda û weke pêş biryara Banka Navendî dolarek bi 18 lîre û 87 quruşan e.

Banka Navendî herwiha ragihand ku dê bandora erdhejê li ser aboriya Tirkiyê ji aliyê berhemanîn, bikaranîn û derfetên kar bi berfirehî hatiye nirxandin û tê pêşbînîkirin bandora erdhejê sînordar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst