Mehmet Kaya: Piştî erdheja Amedê ciwan koçî bajarên rojavayê Tirkiyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihan ku li Amedê ji ber erdhejên navenda Mereş wêraniyeke mezin pêk hat, ciwan bi lez û bez koçî bajarên rojaveyê Tirkiyê dikin û ev yek dê li wê parêzgehê bibe sedema windahiyeke mezin.

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya beşdarî bultena Rûdawê bû û rewşa aborî ya herêmê ya piştî erdhejan nirxand.

Mehmet Kaya diyar kir ku ji ber ku niha xebatên rizgarkirin û alîkariyê hene, ji bilî parêzgehên wek Amed, Riha û Dîlok ku bazirganî û aborî tê de ji nû ve tê geşkirin, dê bandoreke neyînî li ser aboriya herêmê bi hebe û got: “Bê guman, ev rêje hîn ne diyar e, lê dê di salên 2023-2024an de rêje werin xuyakirin. Ji bo vê jî em dibêjin ku divê hikûmet di zûtirîn demê de hin gavan bavêje. Dibek ku nekarin li 11 parêzgehan jî heman gavan bavêjin, lê wek Amed, Semsrû -bi taybetî ciwan koçî rojava dikin- divê hewl bê dayîn ku ciwan li vir bimînin, ew jî bi wek xebatên mûçeyê bêkariyê, piştgiriya kar a demkurt... Divê demildest ev bên bicihanîn. Dûv re jî ji bo kesên ku tesîsên wan ên pîşesazî hatin hilweşandin, piştgirî bê dayîn û ev yek jî dê îmkana avakirina tesîsên pîşesaziyê bide. Mirov nikare tiştên ku niha hildiberîne bifiroşe, destkeftiyên xwe winda kirine. Divê piştgiriya darî ji bo wan were kirin. Piştgiriyên ku hem ji bo nifûsa ciwan bimîne û hem jî tesîsên pîşesaziyê ji nû ve bên avakirin û ji bo hêsankirina dravdana darayî divê bi hev re bêne kirin.”

“Sektora tekstîlê herî zêde zirar dîtiye”

Kaya da zanîn ku ji rewşa niha sektora tekstîlê herî zêde zirar dîtiye û got: “Li seranserê Tirkiyê ji sedî 25ê cil û bergên tekstîl û hazir li vê herêmê tên çêkirin. Sektora cil û bergên hazir û tekstîlê weke sektora sereke ya ku herî zêde zirarê dibîne tê dîtin. Sektorên wekî sektora çandiniyê, sektora xurek û sektora mobîlyayê jî di warê hilberînê de li vê herêmê sektorên girîng bûn, lê em dikarin bibêjin ku bandora herî mezin li sektora cilûbergên hazir dibe.”

“Li Amedê ji sedî 20 kêmbûna hêza kar heye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kaya eşkere kir ku li parêzgeha Amedê ji sedî 20 hêza kar ji dest çûye û got: “Mirov ji tirsa hêj newêrin biçin ser karê xwe. Hinek kesan xwe spartin kesûkarên xwe yên li bajarên rojavayê Tirkiyê. Pirsgirêka me ya herî mezin windakirina hêza kar e. Avantaja herî mezin a Amedê hebûna nifûsa wê ya ciwan e. Bajarên wek Amed û Rihayê bajarên ku herî zêde ciwan lê dijîn in. Eger em vê yekê ji dest bidin, em dê nikaribin kesên ku bixebitin bibînin.”

Kaya amaje bi wê yekê dike ku divê ji bo ku ciwan koçerê bajarên rojavayê Tirkiyê nebin di warî aborî de piştevaniya wan were kirin û dibêje: “Ji bo bo mayîna nifûsa ciwan li vir, divê stargehek ji karkeran re were avakirin û ya duyemîn jî dayîna mûçeya salekê ya karkeran yan bi rêya ÎŞKUR an jî bi foneke din  bêkariyê. Pêwîst e bi dayîna mûçeyên salekê ciwan li vir bêne hiştin. Ev mijara herî girîng e.”

“Ji sedî 55ê hinardekirina Amedê ji bo Herêma Kurdistanê ye”

Bi gotina Kaya beşek berçav hinardekirina bo Herêma Kurdistanê ji parêzgehên ku erdhej lê bûye sedema ziyanan dihat kirn û got: “Ji sedî 55 hinardekirina Amedê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû; Niha em dê bibînin ku ev hejmar kêm bibe. Herêma ku herî zêde hinarde dike... Parêzgehên herêmê yên weke Dîlok, Amed, Riha, Semsûr piranî hinardeya xwe bo Herêma Kurdistanê dikirin.

Kerta avahîsaziyê dê bi rengekî geş bibe

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê dibêje: “Li Amedê vê duşemê dest bi vekirina kargehan kirin. Li 3 parêzgehên din heta niha weberhênan nebûye. Li Amedê nêzî 30 hezar xanî ji kar ketin. Ji ber vê yekê ew hewce ne ku ji nû ve bêne çêkirin. Dema ku em herêmê dinirxînin, em dibînin ku li herêmê pêwîstî bi 350,000 xaniyan heye. Ev yek dê bi rengikê kerta avahîsaziyê li Tirkiyê vejîne, lê pîşesaziya me ya avahîsaziyê pîşesaziyek hinardekirinê bû. Lê di vê qonaxê ji ber hesin û betona derfeta ku di heyama salekê de li 11 parêzgehan ev qas xanî bêne çêkirin nîne.”

Kaya destnîşan kir ku pêwîstî bi hawirdekirinê heye û got: “Li Tirkiyeyê mezinbûna sektora înşaetê dibe ku hinardekirina tiştên înşaetê jî ji bo demekê rawestîne û bê qedexekirin. Ji ber ku bi vê lezê tenê hilberîna têra herêmê dike. Me dît ku li parêzgehên wekî Hatay, Mereş û Dîlokê kargeh hatin hilweşandin. Me dît ku di alavên makîneyên şikestî de jî pirsgirêk hene. Heger bi lez destek were dayîn, binesaziya pîşesazî ya herêmê dê di nav 6 meh, 1 salekê de bi ser xwe ve were û dê ji nû bigihêje wê asta pêwîst hilberînê.”