Aktor û pêşengên cîhana pereyên dijîtal li Stenbolê civiyan

23-02-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Dahutya pereyên krîpto, pêşveçûna zanista teknolojiyê û projeyên dahatuyê bi berfirehî tên guftûgokirin
Dahutya pereyên krîpto, pêşveçûna zanista teknolojiyê û projeyên dahatuyê bi berfirehî tên guftûgokirin
Nîşan Blockchain Krîpto Teknolojî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Stenbol vê carê mazûbaniya lûtkeye mezin a pereyên krîpto û teknolojî û zanista dahatuyê dike. Herçiqasî li ser rûyê cîhanê şer û pevçûnên parvekirina axê dimeşe jî li qada dijîtal jî rikeberiyeke tund heye.

 

Kompanî û aktorên pereyên krîpto û teknolojiya vê qadê bi vê germahiyê li Stenbolê kom bû. Fokûs li ser dahatuya cîhanê ya bi rêya dijîtal e. Bang jî ew e ku hemû welat zûtirîn dem bingeha xwe ya serdema pereyên krîpto amade bikin.


Aktor û pêşengên cîhana Blockchain li Stenbolê civiyan. Di serî de ji Îran û Rûsyayê, ji dehan welatan zêdeyî du hezar û 500 kes di çarçoveya Lûtkeya Blockchain Economy de hatin ba hev. Dahutya pereyên krîpto, pêşveçûna zanista teknolojiyê û projeyên dahatuyê bi berfirehî tên guftigokirin. Li gorî pisporan, tu sedem nikarin rêgiriya pereyên krîpto bikin û divê hemû welat ji bo vê amade bin.


Derbarê vê yekê de CEO li Makropayê Emîr Dagcî ji Rûdawê re wiha got: “Ew pêşangeh cara yekê li Stenbolê birêve diçe û eleqeya germ me kêfxweş dike. Eleqeya digel pereyên krîpto mezin û dê mezintir jî bibe. Ji ber midaxaleya hin dewletan kir ku beriya demekê Bitcoin hinekî lawaz bibe lê rewş neçare ku biguhire ji ber ku rêya pereyên krîpto vekiriye.”


Di çarçoveya heman dîdariyê de Şêwirmendê Banka Navendî ya Brîtanya Cal Evans ku ew di nava 5 kesên bi bandor de tê nîşandan di mijara pereyên krîpto de jî li Stenbolê ye. Bi panêl û sêmîneran dahatuya vê qadê û amadehiyên cîhanê têne nirxandin. Eleqeya digel lûtkeyê balkêş e.


Xwediyê Campaniya Pereyên Krîpto Mûrat Basrî Helvacigul jî got: “Bingeha vê sektor li Tirkiye demeke ku her pêş ve diçe. Lê ji ber ku hikumet piştgiriya pêwîst nade me, hinekî giran diçe. Proseya yasayî hîn nehatiye amadekirin. Mixabin em di warê zanist û teknîkê de ne li asta ku tê hêvîkirin in. Koça mêjî ya ji Tirkiye berdewam e. Ew zirarê li me dike. Divê dewlet piştgirî û bingeheke baştir ya yasayî ji bo pereyên krîpto dabîn bike.


Bi dehan companiyên ku di warê pereyên krîpto de pêşengiya cîhanê dikin jî bi stand û projeyên xwe li lûtkeyê ne. Li gorî pisporan bihayê di demên pêş de bihayê bitcoîn dê heta 14 hezar dolar derkeve. Lûtkeya ku wê du rojan berdewam be ji bo hevkarî û projeyên hevpar ên aktorên qadê weke platformeke baş tê binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst