Aştî Hewramî: Em berê li hev hatibûn lê Bexda niha hêcetan tîne

23-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî diyar kir ku ew li gorî xişteya hinartina petrolê ya ku mehekê beriya niha dabûn Bexdayê, tevgeriyane lê Bexda niha hêcetan tîne.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, alîkarî wî Qubad Talebanî û hinek wezîrên din ên hikûmetê îro (23ê Sibatê) bi rêveber û berpirsên saziyên medyayî yên Herêma Kurdistanê re civiyan. Di civînê de Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser petrolê agahî da.
 

Aştî Hewramî bi nîşandana çend slaydan qonaxên danûstandinê yên Hewlêr û Bexdayê her wiha ew xişteya ku meha Çileya îsal ji bo hinartina petrolê dabûn Bexdayê, rave kir û wiha got:

“Me wisa li hev kiribû ku ji destpêkê heta dawiya sala 2014ê Herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîl petrol li Bendera Ceyhanê (Tirkiye) bide hikûmeta Iraqê, li hember vê yekê Bexda jî mehane 500 milyon dolar bide Herêma Kurdistanê. Lê heta niha Bexdayê tenê du caran pere daye me, cara sêyem maye.”

Wezîrê Samanên Sirûştî anî ziman ku ew û Bexda li ser vê yekê jî gihîştibûn rêkeftinê ku Hewlêr 250 hezar bermîl ji bîrên Herêma Kurdistanê û 300 hezar bermîl jî ji petrola Kerkûkê bide Bexdayê, Bexda jî li hember vê yekê bûdceya Pêşmerge bide.  

Tê zanîn, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û bûdceyê, roja 2ê Kanûna sala 2014ê ji aliyê Encumen Wezîran a Iraqê ve hatibû pesendkirin û bibû bingeha qanûna bûdceya sala 2015ê ya Iraqê.

Aştî Hewramî her wiha diyar kir, piştî ku hinek rayedarên hikûmeta Iraqê gotin ku Herêma Kurdistanê erkên xwe yên li hember rêkeftinê pêk neaniye ew û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm çûne Bexdayê û bi Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês re digel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtin pêk anîne û jê re gotine ku Hewlêr bi rêkeftinê ve girêdayî ye.

Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Roja 23ê Çile me xişteyek da Wezîrê Petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî. Me di wê xişteyê de gotibû ku emê çawa heta dawiya salê rojane 625 hezar bermîl petrol li Bendera Ceyhanê bidin Iraqê… Wezîrê Petrola Iraqê kêfxweş bû û ew xişte bi xwe re bir. Jixwe paşê qanûna bûdcê li parlamentoyê hat pesendkirin. Me û Bexdayê li ser vê yekê jî li hev kir ku em her du li Bendera Ceyhanê petrola xwe bi yek nirxê bifroşin.”

Aştî Hewramî anî ziman ku Bexda niha dibêje Herêma Kurdistanê petrol neşandiye derve, ev mehnegirtin e ji ber ku di wê xişteyê de hatiye gotin ku Herêma Kurdistanê dê çiqas neft di heyama sala 2015ê de bişîne derve. Iraqê jî wisa danîbû ku rojane 3 milyon û 500 hezar bermîl petrol bifroşe lê nekarî û niha rojane derdora 2 milyon û 800 hezar bermîl difroşe.

Hewramî her wiha got, emê amadekariyên veguhestin û hinartina nefta Kerkûkê heta roja 31ê Adara îsal xilas bikin lê heta niha şîrketa petrolê ya Bakur erkên xwe bicîh neaniye.

Li gorî Aştî Hewramî, hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha rojane 290 hezar bermîl petrola xwe li Bendera Ceyhanê daye Iraqê, ew pişka ku kêm maye jî ji ber wê bûye ku rojane 40 hezar bermîl ji pişka petrola Kerkûkê kêm hatiye dayîn.
 

Wezîrê Samanên Sirûştî eşkere kir ku dema petrolê bi rêya Bexdayê re jî bifroşin xercên şîrketên petrolê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê tê hesibandin û got, eger Bexda bi vî rengî bike û ji bo me arîşeyan derxîne wê çaxê em yekser nefta xwe bifroşin ji bo me pir baştir e lê ev biryareke siyasî ye.

Aştî Hewramî ragihand ku wan deyn ji derve wernegirtine, tenê par 500 milyon dolar ji Tirkiyê standine û da zanîn, Tirkiyê biryar daye 500 milyon dolarê din jî bide Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst