WAN - Rewşa xelkê xirabtir dibe: ‘Gilêşa ji ber bazarê maye kom dikin’

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê rewşa xirab a aboriyê esnaf û kiryar mexdûr kiriye.

Li bazarê ji ber rewşa xirab a aboriyê her kes gazinan dike û gelek kesên ku tên bazarê bêyî tiştekî bikirin destvala vedigerin malê.

Serokê Komeleya Bazarên Taxan Emîn Ari got:

“Mixabin aborî nemaye. Berê kesekî ku dixebitî dikarî 20 kesan xwedî bike lê niha 20 kes dixebitin nikarin kesekî xwedî bikin.

Esnaf û xelk mexdûr in. Hêza xelkê ya kirînê nemaye.”

Esnaf dibêjin tiştên ku wan par bi 150-200 lîreyan difirot îsal bûye 800-900 lîreyên Tirkî, ji ber giraniyê xelk nikare bikire.

Dema kirîn nebe esnaf jî mexdûr dibin û xêra karê wan namîne.

Hêviya xelkê ya başbûna rewşê jî nemaye û bêhêvîbûnek di nava xelkê de heye.

“Em nikarin debara xwe bikin”

Welatiya Wanê li ser rewşa xirab a aboriyê anî ziman:

“Gelekî zehmet bûye, em nikarin debara xwe bikin.

Bi vî awayî biçe xelk dê ji nêzan bimire.

Di malekê de sê kes kar dikin nikarin pêdiviyên xwarinê dabîn bikin.

Wiha xuyaye, sala nû dê rewş xirabtir jî bibe.”

Esnafekî ji Wanê da zanîn:

“Xelk kîsê xwe tîne gilêşa ji ber bazarê maye kom dike ji bo xwarinê dibe ji zarokên xwe re.

Kê em gihandibin vî halî Xwedê belaya xwe bide wan.

Bi salan e ez vî karî dikim cara yekem e ku deyndar dibim.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe.

Li gorî amarên Turk-Işê niha sînorê birçîbûnê gihiştiye 20 hezar û 562 lîreyan û sînorê hejariyê jî gihiştiye 66 hezar û 976 lîreyên Tirkî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 17 hezar û 2 lîreyên Tirkî ye.