KAMU-AR: Bihayê zembîlek xorak ji 100 lîreyî derketiye 334 lîreyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Konfederasyona Kar Hikûmî ya Yekgirtî, bihayê zembîlek xorak di nav salekê de ji 100 lîreyî derket 334 lîreyan.

Konfederasyona Kar Hikûmî ya Yekgirtî (KAMU-AR), encamên lêkolîna bihayên xorakê di navbera Îlona 2021ê heta Kanûna 2022ê eşkere kir.

KAMU-ARê guhertina bihayê 64 cur xorak lêkolîn kir. Li gor lêkolînê, bihayên xorakê li gor meha Kanûna sala par %137.3 zêde bûye.

Bihayê zembîlek xorak ku sala par di meha Îlonê de bi 100 lîreyî dihat kirîn îsal di meha Kanûnê de gihişte 334.4 lîreyan.

Di demekê de ku bihayê xorakê ewqas zêde bûye mûçeyê fermanberên hikûmî %85.6 û mûçeyê kêmane jî %94.6 zêde bûye.

Li gor bihayên giştî bihayên xorakê sala 2022ê li gor sala 2021ê %150.5 zêde bûne.