Erdogan mûçeya herî kêm ragihand
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro mûçeya herî kêm li wî welatî aşkere kir û ragihand, biryar hatiye dan mûçeya herî kêm li welat 8 hezar û 500 lîre be.
Recep Tayyip Erdogan, îro 22ê Kanûna 2022ê bêyî beşdariya nûnerên kedkaran mûçeya herî kêm li Tirkiyê bo sala 2023ê eşkere kir.
Erdogan ragihand: “Rêvebiriya me li welêt weke hemû derdoran ji bo qezenc û xweşguzariya xebatkarên xwe jî rê nade ku heqê tu kesî bê xwarin. Em ê bibînin ku vê mehê wê enflasyon pir kêm bibe. Em dixwazin di nava salê da (2023) enflasyonê bo %30 û bo dawiya salê jî bo %20ê daxînin.”
Erdogan got: “Mûçeya kêmane bo sala 2023ê wek 8 hezar û 500 lîre hatiye diyarkirin.”
Mûçeya kêmane li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 5 hezar û 500 lîre bû û nûnerên karkeran ji ber enflasyona zêde daxwaza 9 hezar lîre kiribûn û ragihandibûn, eger ji 9 hezar lîreyî kêmtir be ew razî nabin û girêbestê îmze nakin.