Erdogan mûçeya herî kêm ragihand

22-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro mûçeya herî kêm li wî welatî aşkere kir û ragihand, biryar hatiye dan mûçeya herî kêm li welat 8 hezar û 500 lîre be.

Recep Tayyip Erdogan, îro 22ê Kanûna 2022ê bêyî beşdariya nûnerên kedkaran mûçeya herî kêm li Tirkiyê bo sala 2023ê eşkere kir.

Erdogan ragihand: “Rêvebiriya me li welêt weke hemû derdoran ji bo qezenc û xweşguzariya xebatkarên xwe jî rê nade ku heqê tu kesî bê xwarin. Em ê bibînin ku vê mehê wê enflasyon pir kêm bibe. Em dixwazin di nava salê da (2023) enflasyonê bo %30 û bo dawiya salê jî bo %20ê daxînin.

Erdogan got: “Mûçeya kêmane bo sala 2023ê wek 8 hezar û 500 lîre hatiye diyarkirin.”

Mûçeya kêmane li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 5 hezar û 500 lîre bû û nûnerên karkeran ji ber enflasyona zêde daxwaza 9 hezar lîre kiribûn û ragihandibûn, eger ji 9 hezar lîreyî kêmtir be ew razî nabin û girêbestê îmze nakin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst