Çandinî li Rojavayê Kurdistanê

Li Rojavayê Kurdistanê çandinî jêdereke sereke ya debara beşekî zêde ji xelkê ye, û piraniya erd û zeviyan bi genim, ceh, nîsk, pembû û kemûnê têne çandin.

Beşa herî zêde ya berhemên çandiniyê yên Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de tê berhemanîn û ji ber wê yekê jî ew navçe weke gencîneya xorakê ya Sûriyê tê naskirin.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 1 milyon û 605 hezar hektar zeviyên çandiniyê hene, ku jê 477 hezar hektar zeviyên avî ne û 1 milyon û 128 hezar hektar jî zeviyên bejî ne.

Li zeviyên Cizîrê, li 378 hezar hektaran genim, li 520 hezar hektaran ceh, li 11 hezar û 750 hektar pembû û li 890 hektaran garis tê çandin.

Hevkarê me Imer Kalo, di rêya realgrafîkekê de amar û rewşa zeviyên çandiniyê li herêmên Cizîrê, Kobanî, Girê Spî, Serê Knaiyê û Efrînê nîşan dide.