Tenê hefteya borî bihayê petrolê ji sedî 11 daket

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Înê bihayê petrolê di sê çarîkên sala borî de daket asta herî nizim û ji sedî 11 daket.

 

Roja Înê (21.12.2018) bihayê petrola Brent daket bo 53.82 û bermîlek petrola xav a Teksasê jî 29 sentan daket û gehişte 45.59 dolar.


Sedem jî ew e ku gelek petrol ketiye bazarê û veberhêneran jî ji ber betlaneya serê sale xwe ji kirînê dûr xistine.


Bihayên petrola xav a Brent û Teksasê hefteya borî bi rêjeya ji sedî 11 daketin, ev jî di demekê de ye ku îsal bihayê petrolê bilind bûbû, lê ji Cotmehê ve behayê wan berdewam dadikeve