TOBBê eşkere kir: Di nava 10 mehan de çend kompanya hatin girtin?

22-11-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) Kompanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava 10 mehan de zêdetirî 21 hezar kompanyayan hatine girtin.

Li gorî amarên Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 10 mehên salê de 21 hezar û 937 kompanya hatine girtin.

Tenê meha Çiriya Pêşîn 2 hezar û 531 kompanya hatine girtin.

Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) amarên avakirin û girtina kompanyayan ên meha Çiriya Pêşîn eşkere kirin.

Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Pêşîn hejmara kompanyayên ku hatine girtin li gorî heman meha sala borî ji sedî 8,6 zêde bûye bi giştî 2 hezar û 531 kompanya hatine girtin.

Her wiha hejmara kompanyayên ku hatin vekirin jî li gorî heman meha sala borî ji sedî 2,8 kêm bûye.

Meha Çiriya Pêşîn 11 hezar û 44 kompanya hatin avakirin.

Di 10 mehên salê de hejmara kompanyayên ku hatin avakirin ji sedê 12,2 kêm bûye û hejmara kompanyayên hatine girtin ji sedî 21,2 zêde bûye.

Di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 31ê Çiriya Pêşîn de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 94 hezar û 989 kompanya hatine avakirin û 21 hezar û 937 kompanya jî hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst