Çandina ceh û genim li Hesekê zêde bû

22-11-2021
RÛDAW
Nîşan Heseke Rojavayê Kurdistanê Çandinî Genim û Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûberê zeviyên çandî bi ceh û genim li parzêgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dibe.

Rêveberiya Çandiniyê li Parêzgeha Hesekê ragihande ku tevaya rûberê çandî bi dexlûdanê ceh û genim, heta niha (21ê Mijdara 2021ê), gihiştiye nêzîkî 50 hezar hektarî.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Çandiniyê li Parêzgeha Hesekê, rûberê çandinê lê bûye bi awayekî hatiye dabeşkirin, ku  9 hezar û 450 hektar genimê avî û 17 hezar û 350 genimê bejî, herwiha 4 hezar û 850 hektar cehê avî û 17 hezar û 850 hektar cehê bejî ye, li navçeyên cuda yên çandiniyê.

Rêveberiya Çandiniyê herwiha ragihand ku barîna baranê, di du rojên borî de, cotkar han dan ku dest bi çandina tovên ceh û genim bikin, bi taybetî li zeviyên çandiniyê yên bejî.

Ev yek di demekê de ye ku ji ber hişkesaliyê, Rojavayê Kurdistanê ketiye bazneyê metirsiyê, çi ji aliyê dabînkirina tovê çandiniyê û çi ji aliyê ard ve, lewra Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser hewara xwe dighîne aliyên peywendîdar.

Ev du sal in li pey hev, Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna berhemê mûsimê genim dinalîne, di mûsimê di 2020ê de piraniya zeviyên genim şewitîn, di 2021ê de jî hişkesalî bû, lewra di dema dawî de Amerîkayê nêzîka 3 hezar ton tovê genim wek alîkarî şand ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê re, ev di demekê de ye ku di salên berî şerê navxwe yê Sûriyê de salane berhemê mûsimê genim li Rojavayê Kurdistanê di navbera 800 hezar heta yek milyon ton genim de bû.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst