Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Herêma Kurdistanê sala nû rojane 250 hezar bermîl petrolê radestî Bexdayê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Iraqê red dike ku sala 2019an Herêma Kurdistanê petrola xav bi rêya kompaniya SOMOyê şandibe û dibêje, “Ew nûçeyên ku di torên civakî de derbarê ku Herêma Kurdistanê petrola xav bo hikûmeta navendî şandiye de, dûr in ji rastiyê. Sala 2019an dilopeke petrola Herêma Kurdistanê negihiştiye destê me.”

Wezîrê Patrolê yê Iraqê, Samir Xezban, di hevpeyvîneke taybet de ragihand, “Helwesta min weke Wezîrê Petrolê û berpirsek di vê proseyê de, ew e ku divê Hikûmeta Herêmê pabend be bi şandina 250 hezar bermîl petrol bo kompaniya SOMO bo ew jî dest bi firotinê bike bi rêya bendera Ceyhanê ya tirkî li Deryaya Spî ya naverast û bi heman şêweyî dahatên Besrayê bi firotina petrolê tê nav xezîneya hikûmetê û dibe budce. Ev yek helwesta fermî ya me ye û me dest jê bernedaye.”

Samir Xezban derbarê, petrola Herêma Kurdistanê bo sala nû jî got, “Ew  a ku min dîtiye divê bo budceya 2020an ev tişt bê cîbicîkirin. Îro jî li gel karmendên SOMOyê kom bûm, min ferman da di amadebaşiyê de bin bo wergirtina rojane 250 hezar bermil petrolê. Ev di destpêka serê sala nû de pêk tê. Ew a ku ez tê gihiştim, divê wisa kar bê kirin.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha diyar kiriye, “Li gor zanyariyên min, destpêka hefteya bê, şandek ji Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike ku ji hejmareke wezîran pêk tê bo gotûbêjkirina mijarên budceyê. Ji aliyê me ve, girîng e, Herêma Kurdistanê pabendî biryar û raspardeyan be weke hemû parêzgehên din ên Iraqê.”

Biryar e sibê (23.11.2019) şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û Cîgirê Serokê Komîteya Petrol, Gaz û Samanên Sirûştî ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê, Rêbwar Teha, beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bûbû û derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di mijara petrol û budceyê û gotibû, “Hikûmeta federal ew piştrastî daye me û em jî xelkê Kurdistanê, taybetî jî fermanberan û mûçexuran piştrast dikin ku careke din mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nayên birîn.”

Nûnerê Himûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa, berî niha jî ji Rûdawê re ragihandibû ku hefteya bê şandeke  Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û diyar kiribû ku ew şand ji Wezîrê Darayî û Aborî, Serokê Dîwanê Encûmena Wezîran, Wezîrê Herêmê, pêk tê. Faris Îsa gotibû ku ew jî weke Serokê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê, amade dibe û tekez kiribû ku ew şanda Kurdistanê dê li gel serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî yê wî welatî bicive.

Berî destpêkirina xwepêşandanên Iraqê di roja 25.10.2019an de, biryar bû şanda Herêma Kurdistanê bo babetên budce û pirsên din ên rawestiyayî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serdana Bexdayê bike, lêbelê ji ber xwepêşandanan, hikûmetê şandina reşnivîsa yasaya budceya sala 2020an a Iraqê bo parlametoya wî welatî, paş xist û serdana wê şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê jî paş ket.