Şanda Herêma Kurdistanê serdana bendera Mersinê kir
Mersîn (Rûdaw) - Korbenda Bazirganî û Pîşsazî ya di navbera Tirkiyê – Herêma Kurdistan û Iraqê bo roja duyem li bajarê Mersinê bi rê ve çû. Di roja duyem de şanda Herêma Kurdistanê seredana herêma azad ya bazirganî û bendera Mersinê kirin.
Di roja duyem ya korbenda bazirganî û pîşesazî ya Tirkiyê û Iraq û Herêma Kurdistanê şanda Hêrêma Kurdistanê li bajarê Mêrsînê seredana herêma baziganî ya azad û bendera Mêrsînê kirin.
Li herêma azad a Mersînê bi giştî 120 kompanyayên mezin ên cihanî hene ji wan 68 kompanya ji Rojhilata Navîn û 11 kompanya jî ji Iraq û Herêma Kurdistanê ne.
Serokê Yeketiya Hinerdekarên Herêma Deryaya Spî Veysel Memîş got: “Me behsa rewşa bazirganiya di navbera Tirkiyê û Iraqê de kir, me behsa wê yekê kir ka em çawa dikarin qebareyê bazirganî zêdetir bikin. Em dê hevkariya xwe zêdetir bikin, weko yeketiya hinardekaran me 23 hezar endam hene û em dê peywendiya me berdewam be.
Li gorî amarên îdareya herêma bazigraniya azad dane Rudawê salana qebareyê hinerdeya hêrêma baizgraniya azad dike derdora 112 milyon dolaran. Salane zêdetiri milyonek û 200 hezar konteynerên kelûpelan digehin wê benderê şanda Herêma Kurdistanê di derbarê benderê û rola wê ya di bazirganiya digel Herêma Kurdistanê jî agahî jhi berpirsên benderê wergirtin.
Alîkarê Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Sarwar Kamal Hawarî jî got: “Di roja duyemîn a lûtkeyê de gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin. Li ser mijarên bazirganî û pîşesaziyê axaftin hatin kirin. Helbet li Komara Tirkiyê û Herêma Kurdistanê gelek karsaz û sermayedar hene.”
Parlementerê hikûmeta Herêma Kurdistanê Chiya Sharîf jî got: “Me weke du şand beşdariya vê korbendê kir şandek ji parlemena Kurdistanê şandek jî ji hikumeta Kurdistanê. Ev korbende korbendeke gellek girîng e bo pêşveçûna karên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û komara Tirkiyê de. Pêştir gellek arîşe hebûn bazirganiya Herêma Kurdistanê kêm dikir. Me ev xalên ku dibine sedema kêmbûna bazirganiyê û têbiniyên xwe me gihandin berpirsên hikumeta Kurdistanê”
Koberbenda Bazirganî ya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê îsal weke şeşemin korbend bi rêve çû biryar hate dan korbenda sala 2023ê li Hewlerê were encam da.