Salîh Sîzer li pey xeyalên xwe çû û kargeha çandiniyê vekir

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Kargeha Çandiniyê Salih Sîzer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Salîh Sîzer, piştî 13 salan li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê perestyarî kir, li pey xeyalên xwe çû û bi derfetên xwe kargeheke mezin a çandiniyê vekir.

Salîh Sîzer dibêje wî di heman demê de xwestiye ji bo welatiyan bibe mînak da ku ji vê axa bereket sûdê wergirin.

Salîh Sîzer dema li nexweşanê dixebitî, di heman demê de li Zanîngeha Dîcleyê dest bi xwendina endezyariya çandiniyê kir û beriya 3 salan derçû.

Sîzer kredî kişand û bi pereyên wî komkirî ne li navçeya Erxenî ya parêzgeha Amedê kargeheke çandiniyê vekir.

Kargeha li ser 180 donim erd hatiye avakirin, tê de bi teknîkên modern û pêşketî salane 200 hezar şitilên fêkî û sebzeyan tê hilberîn.

Sîzer diyar kir ku qezenca vî karî baş e û xwestiye bi vê projeyê, ji xelk û cotkarên navçeyê re bibe mînak.

“Ji 12 cureyan 200 hezar şitil tê bidestxisitn”

Salîh Sîzer da zanîn ku wî beşeke mezin a xerciya kargehê bixwe dabin kir û got:

“Me beşeke jî bi rêjeya ji sedî 65 krediya bê beramber bi Saziya Geşedana Navçeyên Gundewar û Çandiniyê ava kir.

Ev krediyên bê beramber ji bo me gelekî bi avantaj in. Me di sê salên dawî de bi piştevaniya Saziya Geşedana Navçeyên Gundewar û Çandiniyê bi awayekî moderntir dest bi berhemanîna sebze, fêkî û şitilên wan kir.

Ji bilî berhemên wan, salane ji 12 cure fêkî û sebzeyan jî derdora 200 hezar şitil tê bidestxistin.”

“20 karker jin in”

Endezyarê Çandiniyê Cahît Aydoganê jî li ser kargehê got:

“Me cureyên sebzeyan ên wekî bîber, bacanên reş, zebeş, gindor û gelek cureyên din çandiye.

Di kargehê de 20 ji xebatkarên me jin in. Ev kar ji wan re jî bûye deriyekê dahatê. Berê ji bo debara xwe bikin neçar diman berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê.

Yek ji karkerên jin jî diyar kir ku ew berê diçûn bajarên Tirkiyeyê dixebitîn û got:

“Em diçûn bajarên rojava, ji bo komkirina bindeqan lê niha karê me li ber deriyê me ye û em gelek kêfxweş in.”

Xerciya kargehê bi giştî 12 milyon lîreyên Tirkî ango 450 hezar dolarên Amerîkî ye.

Ji wî pereyî 3 milyon û 500 hezar lîre bê beramber e ku ji aliyê Saziya Geşedana Navçeyên Gundewar û Çandiniyê ve hatiye dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst