Xwendin dibe luks: Mesrefên dibistanê ji sedî 100 zêde bûne

22-08-2024
Omer Sonmez
Mesrefên dibistanê ji sedî 100 biha bûye / Wêne: Rûdaw
Mesrefên dibistanê ji sedî 100 biha bûye / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dibistan Xercî Bihabûn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê heyama nû ya perwerdeyê 9ê îlonê dest pê dike.

Lê ji ber enflasyona bilind bihayê cilûbergên dibistanê û kelûpelên kirtasiyê li gorî par herî kêm ji sedî 100 biha bûye.

Malbatên ku ji niha ve amadekariya zarokên xwe dikin rastê bihayên zêde tên û dikevin tengasiyê.

Esnaf jî bi gilî û gazic in û dibêjin, “Biha zêde bûye. Wekî par em kar nakin.”

Sendîkayên perwerdeyê jî didin zanîn ku divê bihayê kelûpelên perwerdeyê bêne kontrolkirin û hewcedariyên sereke ji aliyê dewletê ve bo xwendekaran bê standin.

“Bihayê kelûpelan li ser rêjeya enflasyonê ye”

Perwerdekar û weliyê xwendekaran Tolga Dulger ji Rûdawê re got:

“Bihayê kelûpelan li ser rêjeya enflasyonê ye. Li gorî her beşî hewcedariya xwendekaran diguhere.

Lê bi giştî dema em li nifûsa kesên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin û mesrefên xwendinê didin ber hev, qet ji hev nagre. Xwedê bibe alîkar.”

“Bihayê her tiştî zêde bûye”

Bavê xwendekarekî Mesut Acar jî got:

“Li gorî par bihayê her tiştî zêde bûye. Niha zarokekî min heye ku ez didim xwendin.

 Yanê ez ancax dikarim wî îdare bikim. Lê mesref zêde ne. Serwîsa xwendekaran jî hebe biha dibe du qatî.”

Unîformayên dibistanê ku par hezar û 500 lîre bû îsal bûye 2.500-3.000 hezar lîre.

Êdî tevî defter, pênûs û malzemeyên kirtasiyê çanteyê xwendekarekî ku diçe dibistana seretayî bi 2.2500 heta 3.500 lîreyî tê standin.

“Însan bi zor û zehmet debara xwe dikin”

Esnaf Îsa Demîr got:

“Em vê çantê bi 350 lîreyî difroşin bazarê. Lê li kirtasiyê ev heta 750 lîreyan jî tê firotin.

Însan bi zor û zehmet debara xwe dikin.Tabî em esnaf jî bihayê kelûpelan hinek zêde dikin.

Yanê maliyeta çanteyekê 130 lîre be em didin bi 250 lîreyî.

Ev nêzî 40 sal in ez esnaf im, min heyameke wiha xirab nedît. Yanê rewşa esnafan pir xirab e.”

Esnaf Feyzî Ozgen jî got:

“Biha zêde bûye. Wekî par kar nemaye. Standin jî zor bûye. Lewra ji ber malzeme biha bûye xelk zêde tişt nastîne.”

Ji bo malbatên hêjar ku di bin sînorê rêjeya birçîbûn û hêjariyê de dijîn mesrefên dibistanê dibe barekî giran.

Hin ji wan ji ber tengasiya debarê li dewsa zarokên xwe bişînin dibistanê zarokên xwe didin xebitandin.

Sendîkayên perwerdeyê didin zanîn ku divê bihayê materyalên perwerdeyê bêne kontrolkirin û hewcedariyên sereke ji aliyê dewletê ve bo xwendekaran bê standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst