Konserveya Masîkefalên Gola Wanê hat çêkirin

22-08-2024
RÛDAW
Konserveya Masîkefalên Gola Wanê hat çêkirin / Wêne: AA
Konserveya Masîkefalên Gola Wanê hat çêkirin / Wêne: AA
Nîşan Masîkefal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Masîkefalên Gola Wanê ên êdî dibin konserve û dikevin qutîkan.

Masîkefalên di Gola Wanê de dijîn dema ku xerzê xwe daynin berevajiyê avê xwe çeng dikin û koçî avên şêrîn dikin.

Ji bo qîmeta wan zêde bibe jî konserveya wan hat çêkirin.

Masî her sal di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de koçî avên şêrîn dikin ku xerzên xwe daynin û ji bo vê jî berevajî avên herikbar avjeniyê dikin.

Masiyên ku di dema koçkirinê de balê dikişînin, li Wan û Bedlîsê deriyê debara bi hezaran kesan e jî.

Masîkefal li bajêr di nava nirxên herî bi qîmet de cih digire û salane hezar 10 hezar tonî masî tên girtin.

Ji bo zêdekirina nirxê wan ê aboriyê û ji bo ku bi awayên cuda jî werin xwarin, xebat hat kirin.

50 ton ji Çanakkaleyê re hatin şandin

Di vê çarçoveyê de ji Çanakkaleyê re 50 ton Masîkefal hatin şand.

Masî li vê derê di fabirqeya dardanelê de kirin konserve ku li marketan were firotin.

Bi saya çêkirina konserveya masiyan, ji bilî sezona girtina masiyan jî mirov dê bikaribe di demên din de jî Masîkefal bixwe.

Herwiha bi yekê tê xwestin ku pêşî li ber girtina qaçaxî ya masiyan were girtin.

Rêvebirê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Gorentaş got ku Masîlkefal piştgiriyeke mezin dide aboriya bajêr.

Yaşar Ozdemirê ku bavê 4 zarokan e û di Gola Wanê da masîgiriyê dike jî da zanîn ku Masîkefal di serdema qedexeya girtinê de baş hatin parastin û got:

“Ji bo Wana me dê gelekî baş be, dê masiyên bi vî awayî bikevin bazarê.

Gelekî bitam çêbûye û ji bo her kesî li ser xêrê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst