Projeya enerjiya rojê karê cotkarên kurd hêsantir dike

22-08-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Amed
Amed
Nîşan Enerjî Roj Panel Cotkar Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw)  - Li bajarê Amedê, saziya bi navê “Navenda Lêkolîna Karûbarên Çandiniyê” hewl dide kêşeya cotkaran a elektrîkê bi rê û rêbazên alternatîf çareser bike. Projeya ku di 2015ê de hate destpêkirin di 2 salan de encamên xwe yên erênî da û bi hilberîna enerjiya rojê di 2 salan de, Navenda Lêkolîna Karûbarên Çandiniyê bi buhayê 400 hezar lîreyê elektrîk berhemanî. Heke proje berfirehtir bibe, tê pêşbînîkirin, ku dê her cotkarek elektrîka xwe bi xwe çêbike.

 

Mehdî Sumerlî,  Serokê Navenda Lêkolîna Karûbarên Çandiniyê ya Navdewleti ya Amedê ye û bi şanazî li ber panelên rojê ya saziya xwe çavdêriyê dike.

 

Sumerlî, li ser rûberê 3 hezar metre metreçargoşe, hezar panelên rojê danî û di salekê de karî 200 hezar lîre xiste kar û qezencê bigihîne saziya xwe. Niha li vê navendê pêwîstiya elektrîkê ev panel dabîn dikin. Herwiha elektrîka zêde jî saziya elektrîkê ji wana bi peretî dikire.

 

Mehdî Sumerlî derbarê vê projeyê de ji Rûdawê re got: “Di salekê de 200 hezar lîre pere di bêrîka me da ma. Salewext saziya me 400 hezar lîre elektrîkê dimezixîne. Îsal tenê 200 hezar lîre li elektrîka saziya me çû. Ev proje di herêma me de projeya yekemîn e û her wiha modelek e. Armanca me ew e, ku em vê modelê berfirehtir bikin, ji niha ve bala herkesî dikşîne.

 

Projeya navendê ew e, ku enerjiya rojê bi hemû cotkarên Bakur bidine naskirin. Ji ber ku ev proje di du salan de heqê lêçûna xwe derdixe û misogeriya wê ya 25 salan heye.

 

Emîn Vûral jî liv ê navendê karê beytariyê dike. Wî jî ji vê projeyê sûd wergirtiyê û makîneya şîrdotinê bi enerjiya rojê dixebitînê. Ew dibêje ku ev pergal dê jiyana koçeriyê gelek asantir bike.

 

Ajalnas û baytar Emîn Vural got: “Çi cotkar çi jî ajalvan, arîşeyên wan ên herî serek e, elektrîk e. Herwiha koçerên zozanan ji ber ku bêrîvanên wan kêm bûne, dê çawa pezên xwe bidoşin? Ev mekîne ji wan re pezên wan didoşe û hem jî bê mesref e.”

 

“Pergala Enerjiya Rojê” herî zêde li dewletên Ewrûpayê  tê bi karanîn. Tevî ku salewext li Ewrûpayê 1460 seet roj derdikeve; lê ev rêje li Bakurê Kurdistanê 2920  seet e, ango nêzî 2 qatê Ewrûpayê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst