Ji Tirkiyeyê ji bo Îraqê hinartina elektrîkê dest pê kir

Duh li 11:26
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq Elektrîk Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ragihand, ji duh pê ve ji bo Îraqê hinartina eletirîkê cardin dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema ku di 22yê Nîsanê de Îraq ziyaret kir, Bayraktar jî pê re bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Bayraktar di çarçoveya ziyareta Bexda û Hewlêrê de bi mixatabên xwe re li ser tevkariyan sekinî.

3 meh piştî ziyaretê her du welatan di qada enejiyêde de gaveke nû avêt, piştî 3 salan ji bo Îraqê hinartina elekrîkê dest pê kir.

Bayraktar li ser Xa hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de wiha got:

"Me ji duh pê ve ji bo Îraqa cînarê me cardin dest bi hinartina elektrîkê kir.

Bi Projeya Rêya Pêşketinê em dê bi Îraqa cînar re piştgiriyê bidin aramî û aştiya herêma me, di heman demê de bi veberhênanên ku em dê bikin em dê Rêya Pêşketinê wekî 'Rêya Enerjiyê jî ava bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst