Deynê Tirkiyê 230 milyar dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên dawî yên Wezarata Xezîne û Darayî ya Tirkiyê deynê wî welatî ji Adara 2023an ve li gor Kanûna 2022an bo dema sê mehan ji sedî 11.2 zêde bûye. Di Adara 2023an jî deynê Tirkiyê li gor heman meha sala borî bi awayek salane ji sedî 44.2 zêde bûye û gihiştiye 4 trîlyon û 478 milyar lîreyên tirkî ku dike derdora 230 milyar û  805 milyon û 703 hezar dolar.

Wezarata Xezîne û Darayî ya Tirkiyê amarên derbarê deynên navxwe û derve yên wî welatî de belav kirin. Li gor wan amaran ji Adara 2023an û şûnde de stokên deynê rêveberiya navendî (deynê dewletî) yê Tirkiyê li gor Kanûna 2022an wate bo dema sê mehan ji sedî 11.2 zêde bûye.

Herwiha di Adara 2023an de deynê Tirkiyê li gor Adara 2022an bi awayek salene jî ji sedî 44.2 zêde bûye û gihiştiye 4 trîlyon û 478 milyar lîreyên tirkî. Di vê çarçoveyê de deynê navxwe yê Tirkiyê di sê mehan de ji sedî 17.2 û bi awayekî salane jî ji sedî 50.6 bo 2 trîlyon û 233 milyar lîreyan zêde bûye ku dike derdora 115 milyar û 93 milyon û 599 hezar dolar.

Stokên deynên derve yên Tirkiyê jî di sê mehan de wate ji Kanûna 2022 heta Adara 2023an ji sedî 5.9 û bi awayekî salane jî ji sedî 38.4 bo 1 trîlyon û 254 milyar lîreyên tirkî zêde bûye ku dike 64 milyar û  633 milyon û  844 hezar dolar.

Stoka deynên navxwe yên Tirkiyê di salek dawî de ji sedî 47.7 bo ji sedî 49.8 zêde bûye. Deynên derve jî di salekê de ji sedî 52.3ê bo ji sedî 50.2ê daketiye.

Ev di demekê de ye di sala 2018an de ku Tirkiye derbasî “Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê" bûbû deynên wê 1.1 trîlyon lîre bû ku dike nêzîkî 56 û milyar 696 milyon û 354 hezar dolar. Ji wî deynî  586.1 milyarê wê deynê navxwe bû. Di wê salê de ji sedî 59.9ê wan deynan ji deynên navxwe û ji sedî 45.1ê wan jî ji deynên derve pêk dihatin.