Di mehekê de zêdetirî 6 hezar ton kereste ji deriyê Raziyê re hatiye hinartin

 

Xoy (Rûdaw) – Qaymeqamiya bajarê Xoyê yê girêdayî parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ji destpêka Newroza îsal ve heta niha bi qasî 2 milyon dolar kereste ji deriyê sînorî yê Raziyê (li aliyê Tirkiyê jê re dibêjin Kapi Koy) re bo Tirkiyê hatiye hinartin.

Li gorî ajansa Mêhr a îranî, qaymeqamê bajarê Xoyê Husên Sîvanî, di kevana serdana xwe ya deriyê sînorî yê Raziyê yê di navbera Tirkiye û Îranê de, ragihand ku deriyê Raziyê Îranê bi Ewropa ve girêdide û da zanîn, ji destpêka Newroza îsal heta niha (di heyama mehekê de) zêdetirî 6 hezar ton kereste hatiye hinartin ku nirxa wê dike 2 milyon dolar.

Husên Sîvanî anî ziman ku yek ji arîşeyên deriyê Raziyê ew e ku kamyon û otomobîl gellekî li bendê dimînin heta ku derbasî aliyê Tirkiyê lê ew niha mijûlî gotûbêj bi rayedarên Tirkiyê re ne da vê pirsgirêkê çareser bikin.

Deriyê sînorî yê Raziyê-Kapi Koyê li devera Kotolê ya girêdayî bajarê Xoy e û dikeve ser sînorê bajarê Wan li Bakûrê Kurdistanê û Xoy li Rojhilatê Kurdistanê.

Li parêzgeha Ormiyê, jibilî deriyê Raziyê, deriyên sînorî yên Bazirgan li bajarê Makû û Sêro li bajarê Ormiyê hatine vekirin.