Ji ber erdhejên 6ê Sibatê zêdeyî milyonek otomobîlan zerar dîtine

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber erdhejên 6ê Sibatê yên navendên wan Mereşê bû Ji 3.3 milyon otomobîlên li herêma erdhejê zêdeyî yek milyon ji wan zerar dîtine.

Li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên erdhejên 6ê Sibatê bandor lê kiriye,  ji 3 otomobîlan 1ê zerar dîtine.

Otomobîlên ku ji bin kavilan hatine derxistin li parkeke otomobîlan a li navçeya Nurdax a Dîlokê tên  komkirin daku bo xwediyên wan bên radestkirin

Berpirsê Otoparkê Mehmet Îslam Ova dibêje: “Em li vê derê ew otomobîlên ku ji bin kavilan hatine derxistin tomar dikin. Em dixwazin bi vî karî bo welatiyên me bibin alîkar daku malê wan neyê dizîn. Em li vê derê malê welatiyan diparêzin.”

Piraniya wan bê xwedî ne û dibe ku xwediyên wan  li jiyanê nemabin.

Li parkê bi giştî derdora 250 otomobîl hene. Heta niha tenê 40 otomobîl ji wan bo xwedî an jî mîratgirên xwediyên wan hatine radestkirin.  Yên mayî li parkê li  bendê ne ku kesek li wan xwedî derkeve.

Mehmet Îslam Ova herwiha got: “Otomobîl piştî ku tên vê derê tên tomarkirin. Piştî ku hatin tomar kirin polîs rojane wan belgeyan dişînin rêvberiya ewlekariyê. Xwediyên otomobîlan jî dikarin biçin rêvberiya ewlekariyê û bizanin ka otomobîlên wan li vê derê ne an na. Lê Hinek otomobîl hene ku nayên naskirin. Bo mînak tabloyên wan nemane, an bi temamî jinavçûne û motora wê perçe bûye, wê demê jî heval tên li hejmara wê ya şaseyê dinêrin. Piştre jî otomobîl bo xwediyên wan tên radestkirin.”

Li gor zanyariyên sektora otomobîlan di dawiya Çileya îsal de bi giştî 3. 3 milyon otomobîl li 11 parêzgehên erdhejê  tomarkirîbûn. Lê di erdhejê de ji her sê otomobîlan yekê wan zerer dîtîne ku dike zêdeyî 1 milyon otomobîl.