Zêdetirîn bêkarî li bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên saziya TUIKê zêdetirîn rêjeya bêkarî û nebûna derfetên peydakirina kar, li bajarên Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên bêkariyê yên sala 2020an li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gor amarên TUIKê hejmara kesên bêkar li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 2020an de li gor sala berî wê 408 hezar kes kêm bû û daket 4 milyon û 61 hezar kesan û rêjeyabêkariyê jî wek ji %13.2 hat tomarkirin.

Her li gor amarên TUIKê rêjeya bêkariyê di nava ciwanan (temen 15-24) ji %25.3 û li gor daxuyaniyê, kesên ku kar bo wan hatine dabînkirin ji %17.6 di kerta cotkarî, ji %20.5 pîşesazî, ji %5.7 avahîsazî û ji %56.2 jî di kerta xizmetê de bûne.

Herwiha di amarên TUIKê de xaleke din a balkêş rêjeya bilind a bêkarî û nebûna derfetên kar ên li bajarên Bakurê Kurdistanê bû.

Li gor TUIKê li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê rêjeya bêkariyê ji %33.5 bûye ku ev bilindtirîn rêje ye û herwiha derfetên peydakirina kar jî her dîsa li wan her çar bajarên Bakurê Kurdistanê bûye.