Li Amedê krîza zêran e: Êdî peyda nabin

22-02-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bikirên zêran destvala vedigerin
Bikirên zêran destvala vedigerin
Nîşan Zêr Amed Krîz
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji ber ku bi milyonan welatî ji bo veberhênanê zêrên çarîk, nîv û tam dikirin ev cure zêr êdî li bazarê peyda nabin.

Li Amedê 450 zêringer hene û mişterî destvala ji van dikanan derdikevin.

Hem serokên zêringeran û hem jî zêringer bangî dewletê dikin ku di derpxaneyê de zêrên zêdetir çêkin û vê pirsgirêkê çareser bikin. 

Ev mehek û nîv e li bazara zêran a Amedê zêrên çarîk, nîv û tam ên serafiyê peyda nabin.

Li 450 zêringerên Amedê ev cure zêr hema hema nemane ku bidin bikirên xwe.

Derpxaneya Tirkiyeyê rojê herî zêde 300 kîlo zêr hildiberîne

Li gorî rêveberên Odeya Zêringeran a Amedê, ji ber ku derpxaneya dewletê rojê herî zêde 300 kîlo zêr hilberîne, ev yek têra bi hezaran zêringerên li 81 bajaran nake.

Ji bo ku zêrên serafiyê têra bazarê bikin, divê li derpxaneyê rojê tonek û nîv zêr bên çêkirin.

Serokê Odeya Zêringeran a Amedê (DÎKO) Mihemed Yuksel got:

“Ez çûm derpxaneyê bi midûrê giştî re axivîm. Min got ev zêr çima nayê bajarê me?

Ji min re got rojane 300 kîlo kapasîteya me heye.

Makîneyên me tunin. Em nikarin zêrên zêde derxin. Em dê di rojên pêş de zêde bikin.

Va ye 2 sal in bi vî awayî dewam dike. Hîn jî zêde nekirine.”

Bikirên zêran destvala vedigerin

Li zêringeran her cure guhar, bazin, gustîl û xişikên zêr peyda dibin.

Lê peydanebûna zêrên serafiyê têkiliyên di navbera zêringer û bikiran de lawaz kirine.

Ji ber ku gelek caran mişterî ji dikanên zêringeran destvala vedigerin.

Zêringer Yavuz Ekrem Aydin jî got:

“Muşterî pêdiviya wan bi çarîk, nîv û zêrên tam heye. Dema ku ev tune bin mişterî vedigerin.

Em nikarin bersivê bidin wan. Ji ber vê yekê em hem mehcûb dibin û hem jî em nikarin alîkariya mişteriyan bikin.”

Xelk zêran wekî amûreke veberhênanê dibîne

Ji ber ku bi milyonan welatî zêrên serafiyê ango zêrên çarîk, nîv û tam ên komarê wekî amûreke veberhênanê dibînin, ew van zêran dikirin û li mala xwe vedişêrin.

Ev cure zêr ji ber ku dema tên hûrkirin qet nirxên wan kêm nabe, welatî herî zêde berê xwe didin kirîna van zêran.

Vê yekê jî wisa kiriye ku ev zêr li bazarê neminin û ev jî bibe sedema derketina krîzeke mezin a zêrên serafiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst