Li Amedê nan biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bihayê nan ji %25 zêde dibe.

Firinciyên Amedê ji Odeya Esnafan û Dukkandaran a Amedê xwestibû bihayê nan ji sedî 50 zêde bibe lêbelê ew daxwaza wan hatiye redkirin û bihayê nan dê ji sedî 25 were zêdekirin.

Bi biryara Odeya Esnaf û Dukandaran a Amedê re dê bihayê nanekî pîde yê 400 xiramî ji 12 lîreyan bibe 15 lîre û bihayê her nanekî semûn ê 200 xiramî jî ji 6 lîreyan bibe 7 lîre û 50 qurişî Tirkî.

Serokê Odeya Esnaf û Dukandaran a Amedê Alîcan Ebedinoglu derbarê bihabûna nirxê nan got:

“Krîza aboriyê, zêdebûna mûçeyê kêmanê û bihabûna ard bandor li ser firinciyan kiriye. Daxwaza  wan a zêdekirina bihayê nan bi rêjeya ji sedî 50î hat redkirin.

Biryar hati dayîn ku bihayê nan bi rêjeya ji sedî 25 zêde bibe.”