TUÎKê enflasyona çandiniyê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê par enflasyona berhemên çandiniyê ji sedî 38,82 bilind bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) îro amarên meha Çiriya Paşîna 2023yan ên enflasyona çandiniyê eşkere kirin.

Li gorî amarên TUÎKê, di meha Çiriya Paşîna 2023yan de enflasyona çandiniyê ya mehane ji sedî 1,44 bilind bûye û ya salane jî ji sedî 38,82 bilind bûye.

Enflasyona mehane ya kelûpel û xizmetên ku di çandiniyê de tênebikaranîn ji sedî 1,39 û ya salane jî sedî 34,32 bilind bûye.

Di enflasyona salane de herî kêm bi rêjeya ji sedî 8,44 bihayê gubre û berhemên axê geş dikin û bi rêjeya ji sedî 25,03 êmê ajelan bilind bûne.

Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 144,54 xerciyên veterîneriyê û ji sedî 83,9 berhem û xizmetên din zêde bûne.

Di enflasyona mehane de jî herî kêm bi rêjeya ji sedî 2,15 gubre û berhemên axê geş dikin û bi rêjeya ji sedî 1,8 enerjî û rûn bilind bûne.

Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 10,84 xerciyên veterîneriyê û bi rêjeya ji sedî 3,7 xerciyên makîneyan zêde bûne.

Lê tevî bilindbûna enflasyonê berhemên cotkaran ên wekî garis, genim û pembo 3 sal in bi heman bihayî tên firotin.