Oxfam India: Divê dawî li cudahiya mezin a navbera sermayedar û hejaran bê anîn

Hewlêr (Rûdaw) -  Rêxistina Oxfam India ku kar li ser ne yeksaniya civakî dike, di derbarê yeksaniya civakê de hişyariyê dide û dibêje divê dawî li cudahiya mezin a navbera sermayedar û hejaran bê anîn.

Di Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ku roja sêşemê destpê kir û heta 24ê vê mehê berdewam dibe, zêdetir ‎behsa mijarên aborî tê kirin. Gelek caran jî pispor û çalakvanên cîhanê nîgeraniya xwe li ser karvedan, ‎bandor û derencamên wan pirsên aborî li vê derê li Davosê tînin ziman.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Oxfam India Amithab Behar dibêje: “Peyama me vekirî û eşkere ye, divê dawiyê li wê rewşê bînin ku kesên milyardêr ji nişka ve ‎sermayeya wan zêde dibe. Bingehê vê sîstemê li ser îstîsmarkirina jin, keç û kesên normal hatiye ‎danîn. Nabe ev yek berdewam be. Divê dawî li neyeksaniya jihed bider bê anîn.”‎

Li ser asta cîhanê, 2 hezar û 153 milyarder hene ku serwet û samanê wan ji hemû samanê 4 milyar û 600 ‎milyon kesan, zêdetir e.‎

Amithab Behar jî got: “Îsal jî dîsan çend rastî bi dest me ketine. Raporta me behsa wê yekê dike, samanê milyarderên ‎cîhanê zêdetir e ji samanê 4 milyar û 600 milyon mirovên ser zeviyê, bila wê jî bibêjin, nêzîka nîvê ‎mirovên ser zeviyê di hejariyê de dijîn û rojane tenê 5 dolar û nîvê wan heye.”‎

Ji tevahiya 7 milyar mirovên ser zeviyê, yek milyar û 100 milyon kes rojane bi kêmî dolarek û 25 sentên ‎Amerîkî dijîn.‎

Derbarê vê mijarê de jî Amithab Behar wiha axivî: “Bandora vê sîstemê li ser hejar û paşguhxistiyan wêranker dibe. Mebesta min bandora li ser keş û ‎hewayê. Temaşe bike, niha keş û hewa pîs bûye, sermayedar bi pereyên xwe dikarin xwe ji wê ‎pirsgirêkê derbas bikin, li New Delhi ku bajarê min e û hewa wê gelekî pîs e, dewlemend di nav ‎malên xwe de fîlterên oksîjenê danîne, yên din jî di rewşeke dijwar de.”‎

Pîsbûna jîngeh û keş û hewayê yek ji derencamên rasterast a pêşveçûna pîşesaziya welatên ‎berhemhêner ên cîhanê ye. Di encama wê pîsbûnê de jî, salane zêdeyî 5 milyon kes li cîhanê canê xwe ‎ji dest didin ku piraniya wan li welatên hejar in.‎