Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Oxfam India ku kar li ser ne yeksaniya civakî dike, di derbarê yeksaniya civakê de hişyariyê dide û dibêje divê dawî li cudahiya mezin a navbera sermayedar û hejaran bê anîn.
Di Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ku roja sêşemê destpê kir û heta 24ê vê mehê berdewam dibe, zêdetir behsa mijarên aborî tê kirin. Gelek caran jî pispor û çalakvanên cîhanê nîgeraniya xwe li ser karvedan, bandor û derencamên wan pirsên aborî li vê derê li Davosê tînin ziman.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Oxfam India Amithab Behar dibêje: “Peyama me vekirî û eşkere ye, divê dawiyê li wê rewşê bînin ku kesên milyardêr ji nişka ve sermayeya wan zêde dibe. Bingehê vê sîstemê li ser îstîsmarkirina jin, keç û kesên normal hatiye danîn. Nabe ev yek berdewam be. Divê dawî li neyeksaniya jihed bider bê anîn.”
Li ser asta cîhanê, 2 hezar û 153 milyarder hene ku serwet û samanê wan ji hemû samanê 4 milyar û 600 milyon kesan, zêdetir e.
Amithab Behar jî got: “Îsal jî dîsan çend rastî bi dest me ketine. Raporta me behsa wê yekê dike, samanê milyarderên cîhanê zêdetir e ji samanê 4 milyar û 600 milyon mirovên ser zeviyê, bila wê jî bibêjin, nêzîka nîvê mirovên ser zeviyê di hejariyê de dijîn û rojane tenê 5 dolar û nîvê wan heye.”
Ji tevahiya 7 milyar mirovên ser zeviyê, yek milyar û 100 milyon kes rojane bi kêmî dolarek û 25 sentên Amerîkî dijîn.
Derbarê vê mijarê de jî Amithab Behar wiha axivî: “Bandora vê sîstemê li ser hejar û paşguhxistiyan wêranker dibe. Mebesta min bandora li ser keş û hewayê. Temaşe bike, niha keş û hewa pîs bûye, sermayedar bi pereyên xwe dikarin xwe ji wê pirsgirêkê derbas bikin, li New Delhi ku bajarê min e û hewa wê gelekî pîs e, dewlemend di nav malên xwe de fîlterên oksîjenê danîne, yên din jî di rewşeke dijwar de.”
Pîsbûna jîngeh û keş û hewayê yek ji derencamên rasterast a pêşveçûna pîşesaziya welatên berhemhêner ên cîhanê ye. Di encama wê pîsbûnê de jî, salane zêdeyî 5 milyon kes li cîhanê canê xwe ji dest didin ku piraniya wan li welatên hejar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse