Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Rafîneriya Bêcî bo berhemanîna benzînê amade ye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, ku piştî danîna çend yekeyên nû, di van nêzîkan de li rafîneriya Bêcî berhemanîna benzînê destpê dike û amaje bi wê yekê jî da ku niha rafênerî kar li ser berdestkirina çendîn cor berhemên petrolê dike.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Xezban di civîneke çapemeniyê de got: “Piştî kontrolkirina rafîneriyên Bêcî ji dest çekdarên DAIŞê û di serdema hikûmeta berê de bi rêya herdu kompanyayên petrola bakur û naverast û yek ji kompanyayên ser bi wezareta pîşesazî û piştgirêdan bi kel û pelên rafîneriya Selahedîn 1 û 2 çend lijne çûne nav rafîneriyê û karîne xetekê bixin kar û ji sedî 45 berhemê berî kontrolkirina ji aliyê DAIŞê ve berhem bînin.”
Xezban got: “Em niha kar li ser zêdekirina berhemê rafîneriyê dikin ku çendîn corên petrolê berhem tîne ji xeynî benzînê. Hewl didin di van nêzîkan de bi rêya anîna amûrên nû bo rafîneriyê benzînê jî berhem bînin.”
Derbarê gotegotên dizîna kel û pelên rafîneriyê Bêcî de jî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand ku wezareta petrolê nikare kesekî tohmetbar bike, ji ber ew pirs di serdema hikûmeta berê de bûye.