Asta firotina xaniyan li Tirkiyê %27 kêm bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî datayên Desteya Amarên Giştî ya Tirkiyê , di Mijdara 2018an de asta firotina xaniyan li nivisengehên kirîn û firotina xaniyan li wî welatî bi rêjeya 27% kêm bûye û 89 hezar û 626 xanî û yekeyên niştecîbûnê hatine firotin.
Kerta firotina xanûberan li Tirkiyê yek ji kertên gelek çalak e, bi taybetî piştî ku bi alîkariya yasayê handan ji bo kiryarên navxwe û biyanî hate dan û mercên pêdana mafê niştecîbûnê û welatînameyê jî ketiye nav vê yasayê. Lê krîza darayî sedema sereke bû ji bo kêmbûna vejadina navxwe a wî welatî , berovajî asta frotinê bo kesên biyanî zêdetir bû, ev jî ji bo ju destdana buhayê lîreyî Tirkiyê li beramber diravên biyanî vedigire .
Desteya Giştî ya Amaran a Tirkiyê, firotina xaniyan ji bo kesên biyanî bêtirî %117 zêde bûye , û 4 hezar û 672 xanî û yekeyên niştecîbûnê bi xelkê biyanî hatine firotin. Ev di demekî deye ku ji ber rewşa ewlekarî û siyasî û encamdana operasyonan, asta firotinê li nvisengehên kirîn û firotina xaniyan li Bakûrê Kurdistanê kêm bûye, weke mînak li parêzgeha Colemêrgê a bakurê Kurdistanê kêmtirîn firotin hebûye ku di dema mehekê de tenê 8 xanî hatine firotin
Bajarê Stenbolê bi firotina 16 hezar û 58 xaniyan, ji sedî 17.9 ê asta firotinê pêk tîne û bi pileya yekem tê, kêmtirîn asta firotina xaniyan li parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê bû ku di dema yek mehê de tenê 8 xanî hatine firotin.
Li gorî datayên Desteya Amarên Giştî ya Tirkiyê, tenê di 1 mehê de zêdetirîn xanî li Tirkiyê hatine firotin ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi awayekê ku welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê 1003 xanî li Tirkiyê kirîne.
Piştî welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê, welatiyên Îranê bi 463 xanî, welatiyên Rûsya 262 xanî, welatiyên Efxanistanê 261 xanî û welatiyên Siûdiyê 233 xanî li Tirkiyê kirîne.
Asta kêm firoştinê di sektora xaniyan de li Bakurê Kurdistanê ji bo çend egerên sereke û rehendan vedigere, berçavtirîna wan pirsa ewlekarî û siyasiyeku bi awayekê berdewam operasyonên leşkerî li bajar û bajarokan tên dîtin.
Ew operasyonên serbazî rê li pêşveçûna abûrî û sistiya avedankirina wê navçeyê û pêşkêş kirina xizmetgûzariyan digire. bi vê yekê rewşa welatiyan xirab dibe, û neçar dike ku deynan ji benkan werbigirin û xaniyên xwe jî weke rehîne bi din wan benkan.
Xaniyên tên rehîne jî gelek zehmete bên firotin , ev jî dibe rêxuşkirin ku kesên biyanî fikir di kirîna xaniyan li bakûrê Kurdistanê ne ken