Rapirsî - Divê mûçeyê herî kêm çi qas be?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya ASALê, divê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê herî kêm di navbera 28-30 hezar lîreyê Tîrkî de be.
Lêkolîna ASALê encamên rapirsiya ku di navbera 7-17ê Çiriya Pêşîn de li 26 parêzgehan bi 2 hezar û 15 kesan re kiribû eşkere kirin.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa "Bi ya we divê mûçeyê herî kêm çi qas be?" hat kirin.
Ji sedî 47,7ê beşdarên rapirsiyê gotiye divê mûçeyê herî kêm di navbera 28-30 hezar lîreyê Tîrkî de be.
Ji sedî 23,4ê beşdaran gotiye divê mûçeyê herî kêm di navbera 31-33 hezar lîreyê Tirkî de be.
Ji sedî 19,3yê beşdaran gotiye divê mûçeyê herî kêm di navbera 25-27 hezar lîreyê Tirkî de be.
Ji sedî 6,5ê beşdaran gotiye divê mûçeyê herî kêm di navbera 22-24 hezar lîreyê Tirkî de be.
Ji sedî 3,1ê beşdaran gotiye divê mûçeyê herî kêm di navbera 19-21 hezar lîreyê Tirkî de be.
Li gorî rapirsiyê, nîvê beşdarên rapirsiyê yên ku bi mûçeyên herî kêm kar dikin gotiye divê mûçeyê herî kêm di navbera 28-30 hezar lîreyê Tîrkî de be.