Li Hewlêrê pêşangeha çandinî û xurekan hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê duyemîn pêşangeha navdewletî ya pîşesaziya çandinî û pêçandin û dagirtina xwarinê hate vekirin.

 

Pêşangeh di navbera kompaniyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye ku kompaniyên Tirkî ji sedî 80 ji kompaniyên beşdar di pêşangehê de pêk tînin.

 

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay di pêşangehê de diyar kir: “Ev pêşangeh bi beşdariya 81 kompaniyan hatiye vekirin, ji wan kompaniyan 60 li Tirkiyê ne, beşek ji wan kompaniyan yekem car e beşdar dibin, em piştevaniya çalakiyên bi vî rengî dikin û bi hêvî ne li Herêmê, herwiha bi giştî li Iraqê peywendiyên me yên aborî bihêz in û ber bi pêşve diçin, bêguman rêkxistina pêşangehan tenê beşek ji van peywendiyan e.”

 

Kompaniyên Tirkiyê ku beşek ji wan ji Tirkiyê hatine û beşekî din li Kurdistanê dimînin, çavên wan li wê yekê ye ku karê wan li Herêma Kurdistanê hîn baştir û berfirehtir bibe.

 

Xwediyê kompaniyekê yê bi navê Şivan Îsa diyar kir: “Cara ewil e em li vir beşdar dibin, daku em berhemên xwe li Kurdistanê bidin naskirin û hêdî hêdî muşteriyan li vir bibînin, em hêvîdar in dê çêtir bibe, roja ewil e hinek liv û tevger heye li vir, înşallah sibe dusibe hêvîdar in çêtir bibe.”

 

Nûnerên kompaniyên Herêma Kurdistanê dibêjin ku kiryar li Kurdistanê di nav du aliyan de hatine dabeşkirin, beşek alîgirê kelûpel û xwarinên Tirkî ye û beşê din alîgirê kelûpel û xwarinên Îranî ye.

 

Ji bo kompanî û kargehên navxweyî pêşangehên bi vî rengî derfetek in daku sûd û mifayê ji karê kompaniyên biyanî bi dest bixin.

 

Kompaniyên Tirkî sûdemendên sereke ne ji nebûna kompaniyên pêçandin û paketkirinê li Herêma Kurdistanê.

 

Hêmin Eyûb ku xwediyê kargehekê ye, diyar dike ku ew ji bo pêçandin û paketkirinê neçar dibin ku berê xwe bidin derveyî welat û ji derve hawirde bikin.

 

Ev pêşangeh 4 rojan berdewam dike û rojane ji demjimêr 11ê sibehê heta 7ê êvarê vekirî ye, û ev pêşangeh dibe pêşangeha navdewletî ya dawî di sala 2018an de.