Li Tirkiyeyê kirîna xaniyan ji aliyê biyaniyan ve kêm bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê kirîna xaniyan ji aliyê biyaniyan ve kêm bûye.
Bi taybet piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê kirîna xaniyan li hinek bajarên mezin ên wekî Stenbolê gelekî kêm bûye.
Ji ber ku kesên biyanî bi kirîna mal û milkan dikarin nasnemeya Tirkiyeyê wergirin, di van salê dawiyê de li wî welatî hêjmara kesên ku xanî û erd dikirîn gelekî zêde bubû.
Bi taybet ji ber koçberên berê xwe didin Tirkiyeyê û piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê kireya xaniyan zêde bibû bû û xanî jî biha bûbûn.
Kanûna Paşîn a 2022an li seranserî Tirkiyeyê 6 hezar û 300 xanî hatibûn firotin lê piştî erdhejên sibata îsal yên li Mereşê êdî kirîn kêmbû û biha jî hêdî hêdî daketin.
Li gorî daneyên Saziya Amaran ya Tirkiyeyê (TUIK) firotina xaniyan ya ji bo biyaniyan meha Kanûna Paşîn ya îsal ji sedî 0,6 kêm bûye.
Mehên din jî bi vî awayî ne:
Meha Sibatê de ji sedî 27 kêm bûye
Meha Adarê de ji sedî 38,7 kêm bûye
Meha Nîsanê jis edî 60,3 kêm bûye
Meha Gulanê ji sedî 46,9 kêm bûye
Meha Hezîranê ji sedî 69,6 kêm bûye
Meha Tîrmehê ji sedî 28,9 kêm bûye
Meha Tebaxê û Îlonê jî ji sedî 42 firotina xaniyan kêm bûye.