Herêma Kurdistanê bi hezaran tonên kelûpelan li Tirkiyê vegerand

Zaxo (Rûdaw) - Di dema du mehên borî de bi rêya deriyî sînorî yê Îbrahîm Xelîl, bi hezaran kelûpelên Tirkiyê hatine vegerandin û 131 ton jî hatine jinavbirin.

Li deriyê nevdewletî yê Îbrahîm Xelîk di dema du mehên borî de 3 hzar û 259 tonên kelûpelên Tirkiyê berî bikevin bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin li wî welatî hatin vegerandin. Herwiha 131 ton kelûpelên din ên Tirkiyê hatin jinavbirin.

Berpirsê Pêwendî û Ragihandina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl got, ew kelpelên di pişkinînan de derneçin, li Tirkiyê têne vegerandin û piraniya wan kelûpelan kelûpelên ciwankarî, saxlemî weke xwarin û vexwarinê bûn.

Berpirsê Pêwendî û Ragihandina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Kamî Kemal got: “Li taqîgehê pişknîna kîmwayî, biyolojî û fizîkî ji bo kelûpelan dikin. Eger kelûpel ji encama derneçin em van vegerandin, yan ji nav dibin. Piraniya kelûpelên di meheên Tebax û Îlonê de hatîne vegerandin û jinavbrin kelûpelên kozmatîk, saxlemî, xawrin û vexwarinê bûn.”

Li gor amarên Wezareta Bazirganiya Tirkiyê, par nêzîkî milyonek ton kelûpel ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin.

Herwiha li gor amarê Deriy, Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl par nêzîkî 50 hezar tonên kelûpelan hatbûn vegerandin  û jinavbrin.

Serperiêt kompanya bazirganî Siyamend Îsmaîl jî dibêje: “Di mehê de 40 heta 50 barhilgir ji Tirkyê ji bo me hatine, barê çar barhilgiran ji wan demborî bûn û ne li gor standardên deriyê Îbrahîm Xelîl bûn, me ev vegerandin. Piştî ku li gor standardên vê derê hatin amadekirin dîsa me ew kelûpel derbas kirin.”

Nêzîkî 3 hezar kompaniyên bazirganî kompanên bazirganî kelûpelan ji Tirkiyê hawirdeyî Herêma Kurdistan û Iraqê dikin.

Bazirgan Ebdulhemîd Recep dibêje: “Me sê cor di vê mehê de hebûn ku nebaş derketin. Yek ji wan fîzîkî bû û du jiwan jî kîmyawî bûn. Yên fîzîkî çareser bûn, lê yên kîmwayî çareser nebûn û divê em wan bo cihê jê hatine vegerînin.”

Li gor amara Deriyê Îbrahîm Xelîl, di heyama îsal de nêzîkî  hezar tonên kelûpelan cardin bo Tirkiyê hatine vegerandin.