Lûtkeya Hilberîn û Bazirganî ya Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir

21-09-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeşemîn Lûtkeya Hilberîn û Bazirganî ya Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê îro li bajarê Kastamonu yê Tirkiyê dest pê kir.

Şeşemîn Lûtkeya Hilberîn û Bazirganî ya Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Navneteweyî (USİAD) ve tê organîzekirin, îro li Kastamonuyê dest pê kir. Ev lûtkeya bazirganî dê heta 24ê Îlonê bidome.

Di lûtkeyê de şandeke 120 kesî ku ji parêzgarên Silêmaniyê, Kerkûk, Helebce, Mûsil ên Iraq û Herêma Kurdistanê, Serokê Odeyên Pîşesazî û Bazirganî yên Herêma Kurdistanê, Cîgirê Wezîrê Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Agirin Ebdullah Ezîz, û nûnerên 80 kompanyayan pêk tê, amade bûne.

Herwiha ji Tirkiyê jî nûnerên Wezareta Bazirganiyê, odeyên bazirganî û pîşesaziyê û nûnerên 80 kompanyayn di lûtkeyê de amade ne.

Nûnerê Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî diyar kir ku ji bilî Lûtkeya Hilberîn û Bazirganî ya Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê dê pêşangehek jî li Kastamonu were lidarxistin.

Yek ji organîzatorên lûtkeyê û Endamê Komîteya Rêvebir a USIADê Ertugrul Nalbantoglu ji Rûdawê re ragihand, armanca wan ew e ku peywendiyên bazirganî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de zêdetir bikin û pirekê di navbera her du aliyan de çêbikin.

Nalbantoolu destnîşan kir, ji ber ku li gelek bajarên Iraqê pêvajoya avadankirinê heye, herî zêde ji sektora avahîsaziyê beşdar bûne.

Derbarê pirsgirêkên wan ên hinardekirinê li deriyên sînorî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de jî Nalbantoglu got, “Niha di vî warî de pirsgirêkên me zêde nînin. Dema me berê hinardeyî Bexdayê dikir, li gumrika Dubînê pirsgirêk derdiket. Niha her tişt baş e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst