Iraq û Amerîka bi buhayê 8 milyar dolarî girêbest îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Enerjiya Amerîkayê ragihand, di çarçoveya serdana Serokwezîrê Iraqê bo Waşingtonê de, pênc kompaniyên Amerîkî bi qasî 8 milyar dolaran rêkeftinên aborî ligel Iraqê îmze kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta enerjiya Amerîka, kompaniya Haul International, Pîker Hiyuz, General Electric, Stellar Energy û Chevron, bi qasî 8 milyar dolaran rêkeftin ligel wezîrê petrola Iraqê, Îhsan Ebdulcebar Îmze kirine.

Dan Brouillette, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ragihandiye, ew girêbest ji bo paşeroja kerta enerjiyê ya Iraqê gelek giring in û tekez kiriye, em baweriyeke temam heye, çawan ku wan kompaniyan Amerîka di warê enerjiyê de gihande serxwebûnê, dê ezmbûna xwe ji bo alîkariya Iraqê di kerta enerjiyê de bi kar bînin.

Ew yek di demekê de ye ku kompaniyên amerîkî li ser daxwaza rêveberiya Trump bi qebareyeke zêdetir ji berê dê bêne Irqaê û hilberînê di sektora petrol û enerjiyê ya wî welatî de bikin.

Berê Donald Trump ragihandibû, kompaniyên Amerîkî li piraniya projeyên dîtina petrolê li Iraqê beşdar dibin.

Kompaniya General Electric ragihandiye, wan du girêbest li gel Wezareta Elektrîkê ya Iraqê bi buhayê 1.2 milyar dolar îmze kiriye. Li gor wan girêbestan, General Electric karê çakkirina hemû santralên elektrîkê yên li Iraqê pêk tîne.

Di warê petrol û gazê de jî, kompaniya Chevron girêbestek li gel Wezareta Petrola Iraqê ji bo pêşxistina blokên neftî yên Nasiriye û Xerafê îmze kiriye. Pêştir Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ligel şanda Iraqê serdana Amerîkayê kiriye, gotibû ku Iraqê li gel Chevron girêbesta petrol û gazê îmze kiriye.

Iraq ji bo berhemanîna elektrîkê gaza xwezayî ya Îranê hawirde dike, lê Amerîka fişarê li Bexdayê dike û daxwazê jê dike ku hilberînê di çavkaniyên xwe yên petrol û gazê de bike û xwe ji girêdayîbûna bi gaza Îranê rizgar bike.

Amerîkayê heta niha heşt caran Iraq ji cezayên li ser Îranê efû kiriye û rê daye ku Bexda pêwîstiya xwe ya gazê ji Îranê bikire.