Banka Navendî ya Tirkiyê îro biryara xwe ya faîzê eşkere dike

21-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro Pêncşembê 21ê Tîrmeha 2022an dê biryara xwe ya faîzê eşkere bike.

Li gor agahiyan, Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro bi serokatiya Şahap Kavcioglu dicive û biryara xwe ya faîzê eşkere dike.

Li gor texmîna aborînasan dê rêjeya faîzê wek xwe wate %14 bimîne û heta dawiya salê ti guhertin têde nayê kirin.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê her meh dicive û biryara xwe ya faîzê eşkere dike.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî di çar civînên xwe yê salê de bi giştî 500 puan daxistibû û di şeş civînên salê de jî ti guhertin çê nekir û rêjeya faîzê wek ji %14 eşkere kiribû.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûna 2021 faîza bankê ji %15 bo %14 kêm kir, di civîna Çileya 2022ê û heta niha bo şeş caran li ser hev faîza bankê di rêjeya %14an de daye rawestandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst