Hewlêr (Rûdaw) – Bi mebesta amadekirina projebudceya sala 2019an, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li gel wezaretên din ên Herêma Kurdistanê lijneyek pêk anî.
Rêveberê Geşepêdan û Rêkxistinê yê Wezareta Plandanîn a Herêma Kurdistanê Zagros Fetah ji Rûdawê re ragihand ku bi mebesta amadekirina projebudceya sala 2019an, Wezareta Darayî lijneyek amade kiriye daku li gel wezaretên din gotûbêj bikin û eşkere kir ku ji hemû wezaretan re nivîs şandine daku hûrgiliyên dahatên xwe binivîsin.
Zagros Fetah diyar kir: “Nivîseke taybet jî ji Wezareta Çavkaniyên Siruştî re hatiye şandin daku dahata xwe ya pêşbînîkirî ya sala 2019an binivîse û bide Wezareta Darayî.”
Fetah amaje bi wê yekê jî kir ku di projeya 2019an de hewl didin budceyeke berbiçav ji bo temamkirina projeyên xizmetguzariyê dabîn bikin ku nêzîkî 2500 projeyên netemamkirî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse