Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e

21-06-2017
RÛDAW
Dêrika Hemko
Dêrika Hemko
Nîşan Dêrik Şêranî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Dêrik (Rûdaw)– Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re, tevgera kirîn û firotinê ya li dikanên şêraniyê yên li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê zêdebûye.

 

Her ku Cejna Remezanê nêzîk dibe, liv û tevgera dikanên şêranîfiroş jî zêde dibe. Li bajarê Dêrikê ya parêzgeha Hesekê jî gelek curên şêraniyê tên firotin. Nirxê şîraniyan li gorî bihayê şekir û pêwistiyên şîraniyê ne.

 

Şêranî firoş Nîdal dibêje: “Di vê demê de em cûreyên nû yên şêraniyê amade dikin. Ji ber ku piştî xelk koçberê Tirkiyî, Şam û Helebê bûn, gelek şarezayî di çêkirina cûreyên şêraniyê de çêbû. Herwiha em karin cûreyên nû ji şêraniyê amade bikin. Spas ji Xwedê re, kereste hene, lê nirxê şekir, fistiqa helebî, kaco û hemû tiştên din giran e. Ji ber vê yekê her demekê nirx tê guhertin. Bila xelk gazinan ji me nekin, ji ber ku danîna nirxan ne di destê me de ye. Her roj nirxê şekir tê guhertin, carekê min kîsê şekir bi 30 hezar lîreyên sûrî kirî. Eger nirxê şekir wiha be, ez nikarim peqlawê bi nirxekî erzan bifroşim."

 

Xwediyên dikanan dibêjin ku kîloya şêraniyê li gorî nirxê şekir tê guhertin û nirxê şekir jî her roj bi rengekî ye.

 

Xwediyê dikana şêraniyê Mistefa Mişo diyar dike: “Bi nêzîkbûna cejnê, nirxên şêraniyê di vê salê de baş in. kîloyek bitîfor yan beraziq yan jî hemû cûreyên şêraniyê bi 1300 lîreyên sûrî ne. Herîsê bi 700 heta 800 lîreyan e. Peqlawa bi fistiqa helebî bi 1300 lîreyan e. Kîloyek kulîçe bi 700 yan 750 lîreyan e. Ev nirxên licem me ne."

 

Li aliyekê din, xelkên parêzgehên Sûriyê têne Dêrikê û dikanên nû vedkin. Ew dibêjin, ku ew ji bo aramiyê têne vî bajarî.

 

Dikandar Sûzan Salih dide xuyakirin: “Me ev dikana xwe berî hefteyekê vekir. Berê me li Şam û Siwêdayê kar dikir. Lê em hatin Dêrikê, ji ber ku aramiya vir bêtir e. Em hemû cûreyên şêraniyê amade dikin. Hemû kesên li cem me kar dikin keç in. Kar baş e, heya 12 û nîvê bişev em dimînin. Hin cûreyên şêraniyê ku berê li vê navçeyê tinebûn, em amade dikin, weke herîsê bi cibnê, li Siwêdayê bi tenê hebû û nirx li gorî keresteyan tê destnîşankirin."

 

Beriya demekê, bi sedema girtina dergehê Sêmalka ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, nirxên kelûpelan li Hesekê bi giştî bilind bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst