Taner Yildiz: Em dikarin benzîna Herêma Kurdistanê dabîn bikin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, ragihand, Tirkiye dikare benzîna pêwîst ji Herêma Kurdistanê re dabîn bike lê ev yek dê bibe sedema derketina pirsgirêkan li ser deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr).

 

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, îro li navçeya Germencikê ya bajarê Aydinê beşdarî merasima vekirina navenda enerjiya jeotermalê (enerjiya germavê) bû.

 

Taner Yildiz, di merasimê de behsa rewşa niha ya Iraqê kir û got, ji ber ku palavgeha Bêycî ya Iraqê ketiye bin kontrola çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê kirîza sotemeniyê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil û hinek deverên din ên Iraqê derketiye.

 

Yildiz da zanîn ku Iraqê daxwaza benzînê ji Tirkiyê kiriye û ragihand, şîrketa petrolê ya Tirkiyê (TUPRAŞ) dikare benzîna Iraq û Herêma Kurdistanê dabîn bike lê ev yek dê bibe sedema derketina pirsgirêkan li ser sînorê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) lewma ew dê bi Wezareta Gumrikê ya Tirkiyê re vê yekê bişêwirin.

 

Beriya niha jî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, di bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV de gotibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî amadekariyên wergirtina benzînê ji Tirkiyê ye.

 

Ev çend roj in, ji ber aloziya ku di encama êrişên çekdarên DAIŞê de li Iraqê çêbûye, kirîza sotemeniyê bi taybet benzînê li Herêma Kurdistanê û hinek deverên din ên Iraqê derketiye.