ROJHILAT – Li gundên derdora Zirêbarê birinc tê çandin

21-05-2018
RÛDAW
Merîwan
Merîwan
Nîşan Merîwan Birinc Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên derdora deryaçeya Zirêbarê ya li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, cotkaran dest bi çandina birincê kirine. Di hişkesaliya van salan de cotkar li hêviya sûdeke zêdetirin.  

 

Li derdora deryaçeya Zirêbar dema çandinê birincê ye. Ji bo çandina birinc pêwîstî bi evûhewa û erdekî guncaw heye. Bi taybetî jî pêwîstî bi aveke zêde heye, ku deryaçeya Zirêbar vê derfetê dide gundên li derdora xwe.

 

Cotkarê bi navê Omîd Dastan ev 3 sal in birinc diçîne û fêrê teknîka vî karî bûye. Ew bi xwe ji ber rewşa xwe ya tendiruştiyê kar nake û paleyan digre. Lê wiha behsa zehmetiya kar dike:

 

“Derezeyan çêdikin û paşî wan tejî av dikin. Divê serma jî negre, eger serma girt ji xwe berhem vala diçe. Pêwîste timî av li ser be. Piştî 20-25 rojan êdî şîn dibe.”

 

Niha Rojhilatê Kurdistanê û Îran di qonaxe demdirêj a hişkesaliyê re derbas dibin. Asta avên binerd di asta herî kêm de ye. Ev yek jî metirsiyê li ser çandina birinc û berhemên din ên pir av dixwin, çêdike.

 

Herçend li Merîwanê li ser rûbereke pir belav karê çandina birinc û berhemên pir av nayê kirin lê ne dûr e, ku pirsgirêka hişkesaliyê pêsîra vê herêmê jî bigre.

 

Cotkar di vê werzê biharê de birincê diçînin û payîzê jî dema dirûn hilgirtinê ye. Cotkar li hêviyê ne, ku ev westiyan û keda wan îsal sûdeke zêdetir bigihîne wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst