KURDISTAN – Her sal 120 hezar ton rûnê xwarinê tê hawirdekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyayên Tirkiyê bi temamî bazara rûnê xwariyê yê Başûrê Kurdistanê kontrol dikin. Li bazarên Kurdistanê 33 corên rûnê xwarinê hene û ji wan 27 cor ên Tirkiyê ne. Li gorî amaran jî her sal 120 hezar ton rûn ji bo Başûrê Kurdistanê tê hawirdekirin. 

 

Li gorî pêwerên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, salane ji bo her takekê nêzîkî 15 lître rûnê xwarinê pêwîst dike. Li gorî datayên Desteya Amaran jî hejmara şêniyên Kurdistanê 5 milyon û 755 hezar kes e. Li gorî vê yekê salane pêwîtiya Herêma Kurdistanê bi 86 hezar û 325 ton rûnê xwarinê heye. Lê bazirgan dibêjin ji ya pêwîst zêdetir rûn tê hawirdekirin.

 

Rêveberê Kompanyaya Zer li Herêma Kurdistanê Hacî Qasim Îbrahîm, ku Zer markayeke Tirkî ye, dibêje: “Li Herêma Kurdistanê daxwazeke zêde ji bo rûnê gulberojan heye. Kompanyayên rûn û bazirgan her sal 120 hezar ton rûnê gulberojan ji Tirkiye, Ukrayna, Rûsya û Erebîstana Siûdî ve tînin Kurdistanê.”

 

Di rûnê haridekirî de para şêr ya kompanyayên Tirkiyê ye. Li Kurdistanê 33 corên rûnê xwarinê hene û ji wan 27 cor ên Tirkiyê ne.

 

Di bazarên cîhanê jî de herî zêde rûnê gulberojan tê kirîn û firotin. Lewma di cîhanê de her sal 18 milyon kektar zevî bi gulberoj tê çandin. Di berhemanîn û hinardekirina rûnê gulberojan de Ukrayna li seranserê cîhanê yekem e û hersal zêdetirî 3 milyon û 300 hezar ton rûn hinarde dike.

 

Niha li borseya cîhanê nirxê her toneke rûnê gulberajan bi hezar dolaran e. Eger Herêma Kurdistanê hersal 120 hezar ton hawirde bike wate her sal 120 milyon dolar tenê ji bo rûn diçe derveyî welat.

 

Hacî Qasim Îbrahîm dibêje ji bo bikarin di bazara Iraq û Herêma Kurdistanê li gel kompanyayên din ên Tirkiyê rikberiyê bikin, mijûl in ku li Hewlêrê kargeheke rûn ava bikin.

 

Îbrahîm diyar dike: “Niha kargeha me di qonaxa çespandina amêran de ye. Bi temamî 300 kolî berhemên xwarinê pakêt dike. Dikare rojane 500 ton rûnê xwarinê jî bişîne bazaran.”

 

Ji bilî vê hinek markayên din ên Tirkiyê jî hewl didin li Herêma Kurdistanê kargehan ava bikin.

Li gorî lêkolîna saziya MirrSe ya cîhanî ku saziyeke amerîkî ye û bi taybetî lêkolînê li ser berhemên xurekê li cîhanê dike, kompanyayên Tirkî bazara rûnê ya Iraqê pawan kirine û di sala 2015ê de firotina wan 1.3 milyar dolaran derbas kiriye û %90ê pêwîstiyên Iraqê dabîn dikin.

 

Ji ber zêdebûnba daxwaza ji bo rûnê xwarinê, tê pêşbînîkirin, ku li seranserê Iraqê kojmeya firotina rûn bigihe 2.3 milyar dolaran.

 

Kargeha Aves a li Hewlêrê kargeheke Tirkiyê ye û taybetî ya berhemanîna rûnê gulberojan e. Di sala 2014ê de vê kargehê destîra kar wergirtiye û keresteyên xwe ji Rûsyayê ve tîne, bi du markeyan rûnê gulberojan çêdike û dişîne bazaran.

 

Rêveberê hawirde û hinardekirina kargeha Avesê Selahedîn Silêman diyar kir: “Kargeha me rojane 500 ton rûn hildiberîne. Ji ber rewşa aborî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê, em niha tenê bi nîvê hêz û şiyana xwe kar dikin. Tenê ji %30yê berhemên li bazarên Kurdistanê tên firotin yê din diçe bajarên Iraqê.”

 

Silêman da xuyakirin, ku li bazarên Herêma Kurdistanê hinek rûnên sexte bi navê rûnê gulberojan tên firotin û got: “Me hinek rûnê bazaran anî û di taqîgehên xwe de ceriband. Derkete holê ku rûnê kanula, soya û pembû ne û bi navê rûnê guleberojan tên firotin.”

 

Li Herêma Kurdistanê demeke dirêj e gulberoj tên çandin. Li gorî lêkolînekê eşkere bûye ku xak û avûhewaya Kurdistanê ji bo çandina gulberojan pir guncaw e. Bi taybetî Deşta Pitwên, Şarezûr û çend navçeyeke din dikare di bahar û payîzan de gulberoj were çandin.

 

Lê %99ê gulberojên li Herêma Kurdistanê tên çandin ji bo xwarinê ne, ne ku ji bo berhemanîna rûnê xwarinê.

 

Rêveberê Çandinî yê Ranyeyê Salih Husên jî got: “Di sala 1999ê de li Deşta Bitwên 45 hezar donim gulberoj dihate çandin û berhema wan jî digihişte 20 hezar tonan. Lê ji ber nebûna palpiştî û pirsgirêka firotina berheman niha tenê nêzîkî 5 hezar donim gulberoj tê çandin û berhema wan jî daketiye 2 hezar tonan.”

 

Li Herêma Kurdistanê çend kargeheke rûnê xwarinê hatine çêkirin lê ev kargeh berhemên xwe ji derve tînin.