Şehristanî: Em û Hewlêr li ser hinartina petrolê gihîştine rêkeftina seretayî

21-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên petrolê de Husên Şehristanî, ragihand, li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo derve bi Hewlêrê re gihîştine rêkeftineke seretayî lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanên sozên xwe bicîh nehaniye.

Alîkarê Malikî di karûbarên petrolê de Husên Şehristanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona Skynewsa erebî de ku îşev hat belavkirin, eşkere kir ku hevdîtinên wan bi rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser pirsa hinartina petrolê didme û Bexda û Hewlêr gihîştine rêkeftineke seretayî.

Husên Şehristanî îdia kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, dê bi rêya şîrketa iraqî a SOMO re petrola xwe bişîne derve û ev yek dê li gorî pîvanên hikûmeta Iraqê be.

Şehristanî pêşwaziya wê helwesta Herêma Kurdistanê kir û got, lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê soza xwe ya hinartna rojane 100 hezar bermîl petrol bicîh nehaniye, helbet Hewlêr vê yekê bi hebûna arîşeyên teknîkî ve girêdide û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî em li bendê ne ku hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdayî biryarên xwe bin.”

Alîkarî Malikî rexne li Herêma Kurdistanê jî kir ku di derxistin û zêdekirina rêjeya hinartina petrola Iraqê de hevkariya Bexdayê nake û wiha axivî: “Niha herî zêde petrola Iraqê ji Başûr tê hinartin nek li Bakûrê Iraqê”.

Li gorî Şehristanî, her çiqas borî û rêyên hinartina petrola Iraqê bi rêya şîrketa Bakûr rastî êrişên çekaran tê jî lê dîsa karîgeriyê li ser hinartina petrolê nake û rojane 3 milyon û 500 hezar bermîl petrolê tê hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst