Fitch Ratingsê asta krediyê ya 6 kompanyayên Tirkiyê daxist

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya nirxandina krediyan a navdewletî Fitch Ratings, piştî ku hefteya borî asta krediyê ya Tirkiyê daxist, vê carê jî asta krediyê ya 6 kompanyayên mezin ên Tirkiyê daxist. Fitch Ratingsê hefteya borî asta krediyê ya Tirkiyê ji asta “BB-“yê bo “B+” daxist û weke "negatîf" destnîşan kir.

Fitch Ratingsê di biryara nû de asta krediyê ya kompanyayên OYAK, Turk Telekom, Turkcell, Şîşecam û Emlak Konut Gayrimenkulê ji asta “BB-“yê bo “B+” daxist û wek "negatîf" destnîşan kir.

Fitch Ratingsê, asta krediyê ya kompanya Arçelikê jî ji asta “BB+“yê bo “BB”yê daxist û wek "negatîf" diyar kir. Asta krediyê ya Arçelikê ji asta Tirkiyê 2 ast bilindtir e.

Asta Tirkiyê “B+” wek “spekulatifa di pileya bilind de” tê binavkirin û çar ast di jêr wan herêman de ye ku Fitch Ratingsê, bo veberhênanê diyar kirine.