Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Baxdarî yê Herêma Kurdistanê diyar dike ku ji ber başbûna rewşa darayî û bilindbûna asta hişyariya welatiyan ji aliyê giringîdana bi jîngeh û hêşinahî, daxwaza li ser çandina şitil û kirîna gulên sirûştî gelek zêde bûye. Salane nêzîkî 10 milyon şitil û gulên sirûştî hawirdeyî Herêma Kurdistanê tê kirin.
Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Baxdarî û Daristanan, di sala 2013an de bazirganan 4 milyon û 500 hezar şitil û gul hawirde kirine, lê di sala 2018an de hawirdekirina şitil û gula sirûştî gihiştiye 9 milyon û 917 hezar, ku ji Tirkiye, Îran, Holanda û Îtalyayê û çend welatên din hatine hawirdekirin.
Rêveberê Giştî yê Baxdarî û Daristanên Herêma Kurdistanê Husên Hemekerîm dibêje: “Ji ber aramî û başbûna rewşa darayî û bilindbûna asta hişyariya xelkê, salane ji bilî berhema navxweyî, bazirganên me 7 heta 10 milyon şitil hawirdeyî Herêma Kurdistanê dikin, piştre beşeke wê hinardeyî bajarên Iraqê dikin.”
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê xwedî 32 şitilgehan e, ku salana şiyana wan a berhemanîna 3 milyon şitilên daristanê, milyonek şitilên baxdarî, nêzîkî 175 hezar şitilên xemlê heye, lê ji ber dabînnekirina budceya pêwîst, berhema şitilgehan gelek kêm bûne.
Husên Hemekerîm dibêje: “Berî qeyrana darayî salane 4 – 5 milyon şitilên daristanan, baxdarî û xemlê dihate berhemanîn, li gor cureyên wan bi bihayê palpiştî %50 heta %75 me bi ser cotkaran de dabeş kirine. Gelek caran jî bêberamber me daye fermangeh û rêxistinan. Lê niha ji ber dabînnekirina budceyê, nêzîkî %70 berhema me ya berê kêm bûye.”
Hemû berhema îsal a şitilgehên Rêveberiya Giştî ya Baxdarî nêzîkî 320 hezar şitil bûye, berhema şitilgehên daristan û xemlê jî 663 hezar şitil bûye.
Tevî şitilgehên hikûmî, sal bi sal hejmara şitilgehên taybet jî zêde dibin. Hejmarek kompaniyên bazirganî jî ji bo hawirdekirina şitil û gulên sirûştî hatine damezrandin.
Ji ber zêdebûna hejmara şitilgehên sektora taybet, par cara ewil li ser asta Herêma Kurdistanê, komeleyeke şitilgeh û gulxaneyan hat damezrandin.
Serokê Komeleya Giringîdana Şitilgeh û Gulxaneyan Şemal Mizefer Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand: “Armanca me ya sereke ya damezrandina vê komeleyê, birêkûpêkkirina karê şitilgeh û gulxaneyan û zêdekirina berhema navxweyî û kêmkirina rêjeya hawirde ye, daku derfetên kar zêdetir di vî warî de ji bo xortan were çêkirin û pereyên welatê me jî ji bo hawirdekirina şitil kêmtir biçe derve.”
Li gor amarên komelgehê, niha nêzîkî 200 cure şitil û gulên sirûştî ji Tirkiye, Îran, Îtalya, Holanda û çend welatên din têne hawirdekirin. Şemal Mizefer Îsmaîl dibêje: “Salane nêzîkî 10 milyon şitil û gulên sirûştî û darên baxdarî têne hawirdekirin.”
Holanda ku weke welatê gul tê nasîn, borseya wê ya firotina gulan heye. Piraniya welatan gul û şitilên sirûştî di wê borseyê de ji bo firotinê nimayîş dikin. Bû çend sal, kompaniyên Kurdistanê jî gul û şitil ji wê borseyê dikirin.
Darên qaçax li Kurdistanê têne firotin
Wezareta Çandinî ya Iraqê ji tirsa belavbûna nexweşiyê, hawirdekirina hinek daran qedexe kiriye, weke mînak: Dara xurme, waşintonya, zeytûn, mango, sêva îranî, qamişa şekir. Lê beşek ji wan li Kurdistanê têne firotin.
Serokê Komeleya Giringîdana Şitilgeh û Gulxaneyan Şemal Mizefer Îsmaîl dibêje: “Şitilên qedexekirî bi awayekî qaçax di nav bar de têne veşartin, li vir jî çavdêriyeke tund li ser wan tine û bi awayekî azad têne kirîn û firotin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse