Bazirgan bi vekirina rêya Dihok-Mûsilê kêfxweş in

Dihok (Rûdaw) – Biryar e îro (21.02.2018) rêya serekî ya navbera Dihok-Mûsilê ji bo bazirganiyê were vekirin. Parêzgarê Mûsilê li ser daxwaza herdû encûmenên parêzgeha Dihok û Mûsilê biryara vekirina rê da.


Piştî ku DAIŞê parêzgeha Mûsilê-Nînewa kontrol kir, rêya Dihok-Mûsilê bo bazirganiyê hat girtin, ji sedî 70ê tevgera bazirganî ya navbera Mûsil û Dihokê û ji wir jî ber bi Tirkiyê rawestiya.


Di vê derbarê de Berpirsê Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)Ismet Receb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Roja 20ê Sibatê parêzgarê Mûsilê biryar da ku rêya navbera Dihok û Mûsilê ji bazirganiyê re bê vekirin. Ji roja 21ê Sibatê ve jî bazirgan dikarin kelûpelên xwe bibin Mûsilê û ji wir jî bo Kurdistanê.”


Du meh dibe rêya Dihok-Mûsilê li nêzîkê bajarokê Wankê bo xelkê sivîl hatiye vekirin. Ismet Receb jî dibêje ku piştî civîna wan a ligel parêzgarê Mûsilê, biryar hat dayîn rê bo bazirganî jî were vekirin.


Li gor Berpirsê Liqa 14 ya PDKê, parêzgarê Mûsilê biryar daye ku rêya navbera Başîk û Mendan jî bê vekirin.


Parêzgeha Nînewa bajarê herî nêzîk ê Dihokê ye, loma ew rê ji bo bazirganên navbera Dihok û Mûsilê girîng e, ku ji sala 2014ê ve dema DAIŞê bajar kontrol kir hatibû girtin.