Gelo rêkeftina petrolê ya Hewlêr-Enqereyê dê 50 salî bidome?

21-02-2015
RÛDAW
Barzanî-Erdogan
Barzanî-Erdogan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk, Bîrol Akgûn diyar kir ku rêkeftina petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dê 50 salî bidome û eger hikûmet jî bên guhertin, ew rêkeftin dê her bimîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana xwe ya Tirkiyê eşkere kiribû ku Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser petrolê rêkeftineke 50 salî îmze kirine.

Her çiqas hinek alî û baskên neteweperest ên tirk li dijî vê rêkeftinê derkevin jî lê yên ku vê rêkeftinê ji bona berjenwediyên her du welatan bisûd dibînin, pirranî ne.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk, Bîrol Akgûn li ser vê yekê ji Rûdawê re got, rêkeftin ji bo berjewendiyên aborî yên her du aliyan girîng e.

Bîrol Akgûn anî ziman ku petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re derbasî bazarên cîhanê dibe û wiha got: “Pêwîstiya Tirkiyê bi petrola Bakurê Iraqê heye. Ez di wê baweriyê de me ku eger hikûmet jî bên guhertin ew rêkeftin dê her bimîne.”

Endamê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn, Oytûn Orhan jî li ser girîngiya rêkeftinê di navbera navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê de ji Rûdawê re got, Tirkiyê Bexda agahdar kiriye paşê rêkeftin îmze kiriye û wiha axivî:

“Ez naveroka rêkeftinê tam nizanim lê ez bawer nakim rêkeftin li dijî Destûra Iraqê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst