Gola Wanê ji bo 20 hezar malbatan bûye deriyê debarê

Hewlêr (Rûdaw) - Masiyên Gola Wanê ji bo 20 hezar malbatan dibin debara jiyanê.

Masîgir serê sibehê bi 82 beleman xwe berdidin nava golê û torên xwe diavêjin.

Roja din dîsa serê şeveqê wan torên ku berê avêtine kom dikin û ev kar bi seatan dirêj dike.

“Avêtin û derxistana toran nêzîkî 7-8 demjimêran berdewam dike”

Rêvebirê Şaxa Berhemên Avê ya Saziya Çandinî û Daristanê ya Wanê Muhammed Demîr got:

“Belemên masîgiran sibehê zû, tevî hewaya sar diçin nav golê.

Piştre torên xwe diavêjin nav golê. Piştî ku diavêjin roja din di heman demjimêran de diçin golê û torên xwe kom dikin.

Avêtin û derxistana toran nêzîkî 7-8 demjimêran berdewam dike.”

Li gorî hinek çavkaniyan Gola Wanê 800 hezar salî ye.

Du cureyên masiyan li Gola Wanê dijîn

Du cureyên masiyan li Gola Wanê dijîn, ev jî mercanê biçûk û kefalî ne.

Masîgir Numan Çay jî got, “Em di hewayeke sar de diçin. Hîn dinya ronî nebûye û roj derneketiye.

Em carinan heta şevê dimînin, ba û bahoz radibe, berf dibare. Sermayeke pir tund heye.”

Li Gola Wanê salane nêzîkî 10 hezar ton masî tên girtin û 20 hezar malbat pê debara xwe dikin.