BP a Brîtanî ji blokên neftî yên Kerkûkê vekişiya

21-01-2020
RÛDAW
Nîşan Kerkûk British Petroleum (BP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya BP ya Brîtanî ku di sala 2017 de ji bo karkirina di kêlgehên petrolê yên Kerkûkê de girêbest bi hikûmeta Iraqê re îmze kiribû, xwe ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê vekişand.

Li gor agahiyan, hikûmeta Iraqê girêbesta lêgerîn û pişkinîna bîrên nû yên petrolê ji bo kompanyaya BP a Brîtanî nekiriye û bi wê sedemê, ew kompanya ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê vekişiya.

Kompaniya BP ya Brîtanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo ew li Kerkûkê lêkolînên jeolojîk bikin derfet û mercên guncav nebûne.

Li gor nûçeya Reutersê meha borî rêkevtina di sala 2013an de ya di navbera Bexda û Kompaniya BP ya Brîtanî de dawiya 2019ê bidawî bûye û eger rêkevtin neyê nûkirin ew dê ji Kerkûkê vekişin.

Çavkaniyeke pilebilind ji Kompaniya Petrola Bakur a Iraqê (NOC) jî piştrast kir ku Kompaniya BP ya Brîtanî ji Kerkûkê vedikişe.

Heman çavkaniyê got: “Aşkeraye, encamên vekolînê hender nebûye daku kompanîya ya Birîtîsh Petrolium piroseyên xwe dirêj bike.”

Ji alîyê din ve, BP tekez kiriye ku dê rasparteyên xwe bo pêşvebirina bîrên petrolê radestê kompanya ya Kompaniya Petrola Bakur a Iraqê kiriye.

Kompaniya BP ya Brîtanî ku navenda wê li Londonê ye sala 2013ê xwestibû li Kerkûkê petrolê derbixe lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî wê yekê derketibû.

BP berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ji bo bîrên petrolê yên Kerkûkê bi hikûmeta Iraqê re girêbest îmze kiribû.

Tê gotin ku  li Kerkûkê 9 milyar bermîl petrol heye. Iraqê ji Kompaniya BP hêvî dikir ku ew rojana milyonek bermîl petrol derbixe.

Bîrên petrolê yên Kerkûkê di sala 1927an de hatine dîtin û bûye navenda endustriya Iraqê.

Di rewşa niha de petrola Kerkûkê bi rêya xeta boriya Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê tê veguhestin û bi vê xetê rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê bo bazara cîhanî tê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst