Îsal %90 hingivê Kurdistanê li Hewlêrê hatiye berhemanîn

20-11-2019
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Silêmanî Duhok Hingiv
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Îsal li gor sala par, berhema hingivê xwemalî li Herêma Kurdistanê kêm bûye û Serokê Rêxistina Mêşvanên Kurdistanê jî dibêje, îsal %90 ji berhema hingivê Kurdistanê li Hewlêrê bûye û %10 jî li Silêmanî û Duhokê bûye.

Serokê Rêxistina Mêşvanên Kurdistanê, Arif Şêrwanî ji Rûdawê re ragihand, “îsal berhema hingiv li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi awayekê berçav kêm bûye û li hin cihan nêzîkî sifrê bûye.”

Arif Şêrwanî got, sala bihorî li Herêma Kurdistanê berhema hingiv ji xwe kêm bû, lê belê îsal ji sala par jî kêmtir e û îsal tenê li parêzgeha Hewlêrê hingiv hebû.

Bi gotina Şêrwanî, li herdu parêzgehên Silêmanî û Duhokê rêjeya berhema hingiv gelek ji sala bihorî kêmtir bû.

Serokê Rêxistina Mêşvanên Kurdistanê diyar kir, îsal li Herêma Kurdistanê 500 ton hingiv hatiye berhemanîn, ku %90 li Hewlêrê û %10ê wê jî li Silêmanî û Duhokê hatiye berhemanîn.

Mêşvanekî navçeya Mawet a Silêmaniyê yê bi navê Sîrwan Ebûbekir ji Rûdawê re dibêje, “salane ez wê hingivê ku berhem tînim, tomar dikim û li gor wê tomara li cem min heye, sala bihorî berhema her sindoqeke mêşan 6.5 kg hingiv bû, lê belê îsal berhema wê bo 2.5 kg daketiye.”

Sîrwan Ebûbekir, xirabiya berhema hingivê îsal, vegerand bo xirabiya seqayê û got: “Ji ber ku îsal baran dereng bariya û gul û giya ji ber barîna zêde ya baranê şîreya wan nema, lewma jî mêşan nekarîn îsal rêjeyeke zêde ya hingiv berhem bînin.”

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 150 hezar mêşvan li cem Komeleya Mêşvanên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, û salane di navera 500 heta 1000 tonî de hingiv berhem tînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst